Fotograf: MA
Asayîşa Silêmaniyeyê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kiriye ku wan tawanbarên kuştina Endama Akademiya Jîneolojiyê Nagîhan Akarselê zeft kirine.
Li gorî daxuyaniya Asayîşê, tawanbar li navçeya Koyeyê hatine desteserkirin.
Endama Akademiya Jîneolojiyê, rojnameger û akademisyen Nagîhan Akarsel duh di saetên sibehê de li Silêmaniyê hatibû kuştin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, daxuyaniya Rêveberiya Asayîşa Silêmaniyê wihaye;
"Îro di saetên sibehê de em hatin agahdarkirin ku li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê di bûyerek kuştinê de jineke bi navê Nagihan Kemal Akarsel jiyana xwe ji dest daye. Yekser hêzên me gihiştin cihê bûyerê û dest bi lêkolînê kirin. Piştî lêkolîneke baş di nava çend saetan de bi fermana birêz serokê dezgeha asayîşa herêmê û bi hemahengiya li gel rêveberiya asayîşa rojhilatê Hewlêr-Koyeyê, me karî tawanbarên vê bûyerê bigrin. Niha li ser fermana birêz dadwer lêpirsîna li gel wan berdewam e. Li vir em spasiya welatiyên dilsoz û nîştimanperwer dikin ku ji bo bidestxistina zanyariyên li ser tawanbaran hevkariya me kirin."
Çi bûbû?
Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, Edîtora Kovara Jineolojiyê, rojnamevan, nivîskar û akademîsyen Nagihan Akarsel li bajarê Silêmaniya Herêma Federal a Kurdistanê li ber deriyê mala xwe di encama êrîşeke çekdarî de hatiye qetilkirin.
Li gorî nûçeya JinNewsê, rojnamevan-nivîskar Nagihan Akarsel di saet derdora 10.00an de li bajarê Silêmaniyê li ber deriyê mala xwe rastî êrîşa çekdarî hatiye. Diyar bûye ku Akarsel li cihê bûyerê miriye û cinazeya wê birina Saziya Tipa Edlî ya Silêmaniyê.
Nagihan Akarsel li ser Jîneolojiyê, rojnamegeriya jinparêz û jinan gelek lêkolînên girîng kiriye. Akarsel bi salan e di çarçoveya xebatên Jineolojiyê de li Silêmaniyê dijîya.
Nagihan Akarselê ji bo avakirina Akademiya Jineolojiyê li Silêmaniyê û herwiha ji bo avakirina Pirtûkxaneya Jinan a Kurdistanê kar dikir.
Derbarê Nagihan Akarselê de
Rojnameger, lêkolîner, nivîskar. Li Canbegiya Konyayê ji dayik bûye. Beşa Rojnamegeriyê ya Fakulteya Ragihandinê li Zanîngeha Gaziyê qedandiye. Paşê li Beşa Xebatên Jinan a Enstîtuya Zanistên Civakî ya Zanîngeha Enqereyê salekê master kiriye. Endama International Federation Of Journalist (IFJ), Komeleya Rojnamegeran a Tirkiyeyê, Komeleya Rojnamegerên Hemdem û Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê ye. Li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê weke nûçegihan û edîtor xebitiye. Li rojnameya Ozgur Gundem û ya Gunlukê quncik nivîsandiye. Li rojnameya Yeni Ozgur Politikayê hîna jhi quncikan dinivîsîne. Di avakirina kovara Ozgur Kadinê de cih girtiye. Di kovarên Demokratîk Modernîte û Jîneolojiyê de nivîsên wê hatine weşandin. Endama Lijneya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê ye. Di bin banê Akademiya Jineolojiyê de lêkolînên xwe dewam dike. (FD)