Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Derbarê Arzû Demir de ji ber her du pirtûkên wê yên “Dagin Kadin Hali” û “Devrimin Rojava Hali” doz hatiye vekirin. Rûniştina dozê ya yekem îro li 13. Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê hat kirin.
Dozgerî îdia kir ku di pirtûka “Dagin Kadin Hali” de “propagandaya rêxistinê” hatiye kirin û xwest ku di çarçoveya Qanûna Terorê (TMK) ceza li Arzû Demir were dayîn.
Demir di rûniştina dozê de got ku doza ku ji bo “Devrimin Rojava Hali” re hatiye vekirin, weke ya “Dagin Kadin Hali” konjukturel û siyasî ye û destnîşan kir ku wê di pirtûkê de civak û sîstema hiQûqê ya Rojava vegotiye.
Arzû Demir di axavtina xwe de wiha got:
“Eger Devrimin Rojava Hali were qedexekirin û ez werim girtin jî ev bûyer, geşedan û rastiyan wê dewam bike. Wekê demeke li vê welatê pêkanîna pêvajoya çareseriyê, ew rastiyên li wir jî pêk hatiye û di hafizeya civakê de cih girtiye. Ti desthilatdarî nikare rastiyan biguherîne.
“Çi dibe bila bibe, em çiqas xem û êşên mezin bikşînin jî ti kes wê kelecaniya me ya dema ku em nêzî pêkanîna aştiyê bûbûn, bi me bide jibîrkirin.”
Her du rûniştinên dozan taloqî 19ê Çileya 2017an kirin.
“Dosyeya dozê demborî bûye”
Parêzer Alî Koç ragihand ku li gorî Qanûna Çapemeniyê her du doz jî demborî bûne û divê her doz jî bêtin redkirin û got:
“Ji bo derbarê çapên nû yê pirtûkê de doz were vekirin, divê di pirtûkê de guhertin were kirin. Lêbelê tişteke wiha nîn e. Wezîfeya dadgehê pêkanîna qanûnê ye.”
Çi bûbû?
Derbarê Arzû Demir de ji ber pirtûka wê ya 'Dagin Kadin Halî' doza hatibû vekirin.
Rojnamevan Demir bi 'propaganda rêxistinê', 'pesindayîna sûc û sûcdar' û 'teşwîqkirina ji bo sûcê' tê sûcdarkirin.
Di dema lêpirsînê de parastina Demir nehatibû girtin û yekser doz lê hatibû vekirin. Lewma, Demir wê di rûniştina sibe de cara yekem xwe biparêze.
Di gilînameyê de, tevî îdîaya 'Propaganda PKKê kiriye', her wiha ji bo hevpeyvînên wê tê gotin, 'aktûel nîn e û raya giştî eleqedar nake'.
Pirtûka ji hevpeyvînên bi 11 gerîlayên jin pêk tên, di Mijdara sala 2015an de ji aliyê Weşanên Ceylanê ve hate çapkirin.
15ê Adara 2016an de 3. Dadgeha Sulh Cezayê derbarê pirtûkê di biryara hevdanê dabû û piştî çapa 7. pirtûk hatibû hevdan.
Arzu Demir kî ye?
Di sala 1974an de hatiye dinê. Li Zanîngeha Yildiz Teknikê beşa Endezyariya Derdoriyê qedend. 17 sal in rojnamgerî dike.
Ji ETHA (Ajansa Nûçeyan a Etnikê) û ANFê (Ajansan Nûçeyan a Firatê) re dixebite. Di nav 46 rojnamegerên kurd ku ji ber doza “KCK Basin”ê tên dadkirin de ew jî heye.
Pirtûkên wê: Medreseden 5 Nolu'ya Nuri Yoldaş, Dağın Kadın Hali, Devrimin Rojava Hali
(ÇT/YO)