Hêzên Asmanî yên Nîjeryayê (NAF) li eyaleta Kadûnayê gundek bombe kir. Di encamê de 85 kes mirin.
Li gorî daxuyaniya Ajansa Rêvebiriya Lezgîn a Netewî ya Nîjeryayê (NEMA), balafireke NAFê di 3yê Kanûna Pêşiyê de gundê bi navê Tudun Biriyê bombe kiriye. Li gorî heman daxuyaniyê, gundî ji bo mewlûdê li hev kom bûne:
“Ofîsa Herêma Bakurêrojava ji rayedarên herêmî hîn bûne ku 85 cesed hatine binaxkirin û xebatên lêgerînê berdewam in.”
50 kes birîndar bûn
Yek ji rayedarên gundê Tudun Biriyê Mallam Jamaluyî ji nûçegîhanê AAyê re diyar kir ku zêdetir jin û zarok mirine û zêdetir ji 50 kesî jî birîndar bûne. Li gorî daxuyaniya Jamaluyî rewya gelek birîndaran xirab e û ew bi endişe en ku hejmara miriyan zêdetir bibe.
Artêşê beriya niha qebûl nekiribû ku bûyereke bi vî rengî pêk hatiye. Lê niha derbarê bûyerê de tiştekî nabêje.
Waliyê Kadunayê Uba Saniyî daxwaz kir ku demildest lêpirsînek dest pê bike.
Komîserê Ewlehiya Navxweyî û yê Kar û Barên Navxweyî yê Eyaleta Kadûnayê diyar kir ku di dema operasyona asayî ya NAFê ya li eyalete, gund “bi şaşî” hatiye bombekirin. (AS/FD)