Artêşa Îsraîlê danê sibê biser kampa Tulkerîm a li bakurê rojavayê Şerîeya Rojava ya dagirkirî girt û di navbera Filistîniyên ku li dijî serdegirtinê bûn û leşkerên Îsraîlê de pevçûnên çekdarî derket.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê, hêzên Îsraîlê di saetên sibê de maleke li kampê dorpêç kirine û wesayîtên xwe yên leşkerî li gelek taxên kampa Tulkerîmê bi cih kirine.
Buldozerên leşkerî yên artêşa Îsraîlê zirar da kolanan, kargehên bazirganî û wesayîtên filistîniyên li kampê.
Ji ber pevçûnên di navbera berxwedêrên Filistînî û leşkerên Îsraîlê de dem bi dem dengê teqîn û çekan dihat bihîstin.
Şahidên bûyerê gotin ku balafirên bêmirov ên artêşa Îsraîlê cihekî li kampê bombebaran kirin.
Di daxuyanîya ku ji aliyê Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku di encama êrîşa ku artêşa Îsraîlê li Kampa Penaberan a Tulkerîmê ya li bakurê Şerîeya Rojava ya ku di bin dagirkeriyê de ye kir de 3 Filistînî mirin.
Di nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFAyê de hat diyarkirin ku Filistîniyên ku di êrîşa artêşa Îsraîlê de mirine, Îmad Teyser Şîrim ê 34 salî, Muaviye el-Hac Ehmed ê 30 salî û Vesim Anberê 30 salî bûye.
Bi vî awayî li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat a dagirkirî hejmara Filistîniyên ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve di encama êrîşên leşkerên Îsraîlê û Îsraîliyên ku axa Filistîniyan xesp kirî de mirine derket 640an.
Ji 7ê Cotmeha 2023an ve ku Îsraîlê dest bi êrîşên li ser Xezeyê kir, li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat a dagirkirî desteserkirin, serdegirtin û êrîşên li dijî Filistîniyan zêde dibin.
(VC/AY)