Artêşa Îsraîlê agirbesta ku di 27ê Mijdarê de bi Lubnanê re hatibû îmzekirin, di roja 40emîn de 9 caran binpê kir.
Ji 27ê Mijdarê vir ve hejmara binpêkirinên ku ji aliyêÎsraîlê ve hatine kirin derket 392an, di van êrîşan de 33 kes mirin û 37 kes jî birîndar bûn.
Li gorî ajansa nûçeyan a Lubnanê NNAyê, artêşa Îsraîlê binpêkirinên di 40emîn roja agirbestê de li Tire û Nebatiye ku li başûrê Lubnanê ye pêk anîn.
Artêşa Îsraîlê bajarokên Dihayra û Tayr Haraf kirin hedef.
Artêşa Îsraîlê li derdora bajarokê Aytarûnê, li herêma navbera bajarokên Şihhîn, El-Cabîn û Teyr Harfa û li herêma Hamûl a bajarokê Nakura, xanî teqandin û bi buldozeran hilweşandin.
Li bajarokê Et-Taybe yê bajarê Nabatiyeyê artêşa Îsraîlê gelek xanî şewitandin û teqandin.
Artêşa Îsraîlê bi çekan gule li bajaroka Taybeyê reşandin û li bajarokê dengê teqînan hat bihîstin.
Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ku ajansa AAyê weşandiye ji 8ê Cotmeha 2023an vir ve 1106 jin û zarok û 222 xebatkarên tenduristiyê di nav wan de herî kêm 4 hezar kes mirine û zêdeyî 16 hezar kes jî birîndar bûne.
(EMK/AY)