Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Artêşa Iraqê ragihand ku navenda bajarê Fellûceyê ji destên DAIŞê hatiye derêxistin.
Serokê Hêzên Taybet yên Iraqê Heyder El Obeydî (Haidar al-Obeidi) ji APyê re gotiye wan kariye li siet 6:00ê sibeyê têkevin navenda bajarê Fellûceyê.
Fermandarê polîsên Hikûmeta Federal a Iraqê, Raed Shaker Jawdatî gotiye: ‘’ Azadkirina qesra hikûmetê, semboleka desthilata hikûmetê ye.’’
Pirtirîna bajarî di destên îslamîstan de ye
Digel kontrolkirina navenda bajarî jî hêj beşeka mezin a bajarî di destên îslamîstan de ye.
Ajansa Nûçeyan a Fransayê(AFP) dîyar kiriye ku endamên DAIŞê çûne rojavayê bajarî û çeperên xwe li wê derê danîne.
Fellûce 50 kîlometreyan li rojavayê Bexdayê ye.
Du sal in ku Fellûce di destên DAIŞê de ye, operasyona ji bo standina Fellûceyê 23yê Gulanê, bi pêşengiya DYAyê dest pê kiribû.
Piştî kontrolkirina Fellûceyê wek bajarê mezin di destên DAIŞê de bi tenê Mûsil maye.
Li Sûriyeyê jî bajarên wek Reqqa û Minbîcê di destên DAIŞê de ne.
Bi piştgiriya hewayî ya Rûsyayê hêzên rejîma Sûriyeyê bi ser Reqqayê de êrîş dike. Hêzên kurdan digel hêzên ereban û piştgiriya hewayî ya Amerîkayê êrîşî bajarê Minbîcê dikin.
FellûcePêncî kîlometreyan ji Bexdayê dûr e. Yekem bajarê Iraqê ye ku DAIŞê li sala 2014ê dest daniye ser. Fellûce bajarê Eyaleta Embarê ya Iraqê ye. |
(AS/MB)