Balafira bêmirov a ku li ser bajarê Kerkûka Iraqê difiriya, xistin xwarê.
Li gorî nûçeya televîzyona El Sumariaya ku navenda wê li Bexdayê ye, balafira bêmirov a ku tê îdiakirin ya Tirkiyê ye, bi hinceta ku destûra firînê nîne, ji aliyê berevaniya hewayî ya Iraqê ve hatiye xistin.
Di dîmenên ku li ser medyaya civakî hatin parvekirin de tê dîtin ku balafira bêmirov ya ku ketiye xwarê ya cûreya 'Aksungur' e ku ji aliyê TUSAŞê ve hatiye çêkirin.
Fermanderê Iraqî: Me balafira bêmirov a Tirkiyeyê xist xwarê
Alîkarê Fermandarê Hêzên Parastina Hewayî ya Herêma Bakur a Artêşa Iraqê Fermandar Abdusselam Hammûdî Ramazan ragihand ku balafira bêmirov a Tirkiyê ye.
Li gorî nûçeya televîzyona Al Sumariayê, Sererkan Remezan got ku balafira bêmirov ji aliyê Silêmaniyê ve hat û qada hewayî ya Iraqê binpê kir û ji aliyê sîstema berevaniya hewayî ya Iraqê ve hat xistin.
Derbarê mijarê de heta niha rayedarên Tirkiyê ti daxuyanî nedane.
إسقاط طائرة تجسس تركية في كركوك: موقف قوي من بغداد وضعف مهين للإقليم
— الشاهين 🦅 (@falc313) August 29, 2024
بتوجيه من القائد العام للقوات المسلحة، محمد شياع السوداني، تم إسقاط طائرة تجسس تركية في كركوك، في حين يبقى إقليم كردستان ضعيفًا ومهينًا، عاجزًا أمام الاحتلال التركي في دهوك. pic.twitter.com/1RpCmJxlDu
(VC/AY)