Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Bi fermana Hikûmeta Iraqê di 15ê Çiriya Pêşiyê de, Artêşa Iraqê ya ku Heşdî Şeibî jî tê de ye dest bi operasyonê kir, Kerkûk û Şingal kontrol kirin.
Nûçegihanê Rûdawê Tahsin Kasimî diyar kiriye ku li Şingalê hêzên Pêşmergeyan bi paş ve çûne û şer çênebûye.
Li gor nûçeya Rûdawê hêzên Artêşa Iraqê li dora Şoingalê mane û hêzeka ji 500-600 kesan pêk hatî ya Heşdî Şeibîyê têketiye nava navçeyê.
Li Şingalê çi bûbû?
DAIŞê di 3yê Tebaxa 2014ê de Şingal vegirtibû.
Piraniya kesên li Şingalê dijîyan Êzidî bûn. Ew ber bi Tirkiye, Sûriye, Iraq û Herêma Kurdistana Iraqê reviyan.
Di sala 2015ê de hêzên kurdan Şingal ji DAIŞê stand. (HK/MB)
Çavkanî: Rûdaw, BBC, Spûtnîk