Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Artêşa Iraqê digel Milîsên Şi’î û bi piştgiriya DYAyê bendava Fellûceyê ji DAIŞê stand. Bendava Fellûceyê, li ser çemê Firatê ye û li rojavayê Bexdayê ye.
Li gor nûçeyeka Press Tvya Îranê li nêzîkî Fellûceyê şer dewam dike.
Fermandarê polîsên Iraqê dîyar kiriye ku wan alaya Iraqê li bendava Fellûceyê çikandiye(çikilandiye). Generalê Pilebilid ê bi navê Şakir Cewdet(Shakir Jawdat) eşkere kiriye ku wan kontrola başûrê Fellûceyê bi temamî kiriye di destên xwe de.
Du sal in ku Fellûce di destên DAIŞê de ye, operasyona ji bo standina Fellûceyê 23yê Gulanê, bi pêşengiya DYAyê dest pê kiribû.
Press Tvyê ragihandiye ku piştî operasyona li ser Fellûceyê operasyonek dê li ser Mûsilê jî bê dest pê kirin.
Neteweyên Yekbûyî dîyar kiriye ku 90 hezar sivîl bi xwarin û vexwarineka kêm li bajarî asê mane.
FellûcePêncî kîlometreyan ji Bexdayê dûr e. Yekem bajarê Iraqê ye ku DAIŞê li sala 2014ê dest daniye ser. Fellûce bajarê Eyaleta Embarê ya Iraqê ye. |
(AS/MB )