Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Hêzên Çekdar ên Tirkan(TSK) digel hêzên hevpeyman li dijî DAIŞê dest bi operasyoneka li ser Cerablûsê kir.
Navê Operasyonê, Mertalê Firatê ye
Li deriyê sînorî yê Karkamişê tang di amadebaşiyê de ne.
Li gor nûçeya Ajansa Anadolûyê, di siet 04.00ê de operasyon hatiye dest pê kirin.
Obûsan ji erdê û balafiran ji asîmanan top û rokêt barandine ser herêmê.
Ji destpêka operasyonê ve serokerkanê Serokerkaniya Leşkerî ya Tirkiyeyê, Hulusî Akar li fermangeha giştî operasyonê bi rê ve dibe.
Li gor Ajansa Anadolûyê tangên TSKyê çûne ser axa Sûriyeyê.
Dîmenên pêşiyê yên ji Cerablûsê
AAyê da zanîn ku di siet 11:25ê de Artêşa azad a Sûriyeyê ketiye navenda Cerablûsê. Recep Tayyîp Erdoganê serokwezîr piştî hevdîtina digel cihgirê serokê Amerîkayê Joe Bidenî dîyar kir ku AAS ket nava Cerablûsê.
Herêmên Ewlehiya Taybet
Li ser sînorê Dîlok û Cerablûsê ew cihên bi xeta sor hatîn nîşankirin wek herêmên ewlehiya taybet hatin dîyarkirin.
Îdiaya BBCyê: nêzîkî 1500 çekdarên AASyê amadekariyê dikin
Yek ji endamên Artêşa Azad a Sûriyeyê(AAS) duhî ji BBC-Tirkî re gotiye ku nêzîkî 1500 çekdarên AASyê amadekariyê dikin ku bi piştgiriya bombebarandina Tirkiyeyê ji Bakurê Cerablûsê ve çeperekê vegirin.
(NV/MB)