Artêşa Amerîkayê ya ku dema operasyona leşkerî ya li Rojavayê da ji bakurê Sûriyeyê çûbû ji nû va hin hêmanên xwe xistiye herêmê.
Bi lîvdariya ku pêr dest pê kir biqasî 30 eskerên Amerîkayê bi 8 wesayîtên bizirx da hatin baregeha Til Baydarê ya li başûrê rojavayê navçeya Qamişloyê. Amerîka dema ku “Herekata Kaniya Aştiyê” dest pê kir wekî baregehên din ev baregeh jî vala kiribû.
Eskerên Amerîkayê yên ku îro ji Til Baydarê bi wesayîtan derketin rê bi TIRên vala yên di konvoyê da li ser rêbeja M4 gihaştin Til Temir û Eyn Îsayê.
Dema derbasbûna eskerên Amerîkayê da hêmanên rejimê yên li ser rêya M4ê paş vekişiyan.
Eskerên Amerîkayê yên ku ji Eyn Îsayê rêya xwe da çûn gihaştin bajaroka Sirînê û li wir sekinîn.
Sirîn li başûrê Eynelereba li sînorê Sûriye-Tirkiyeyê cî digire.
Li Sirîna ku biqasî 30 kîlomêtro dûrî sînorê Tirkiyeyê ye û li gundê Sebîta nêzî wê baregehên Amerîkayê hebûn. Amerîkayê dema Herekata Kaniya Aştiyê da ev baregeh vala kiribûn.
Rûdaw: Hêzek li Kobanîyê bi cih bûye
Li gor malpera Rûdawê Ew hêza amerîkî ku îro vegeriyabû ser sînorê Rojava û Tirkiyê li nahiyeya Sirrîn a ku dikeve başurê Kobanê bicih bû.
Li gor zanyariyan ew karwanê leşkerî yê amerîkî ku li serbazgeha Sirrînê bicih bûye ji 17 otomobîl ku serbaz tê bûn, 4 tank, 2 zirîpoş û 85 otomobîlên bo kelûpelên lojîstîkî pêk dihat.
Bicihbûna wî karwanê serbazî yê amerîkî li Sirrînê, piştî wê hat ku çend roj berê serbazên amerîkî ew dever bicî hiştibûn û derbasî Herêma Kurdistanê bûbûn. Li binke û baregehên wan serbazên amerîkî jî şervanên Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) bicih bûbûn.
Duh ji ber şer û pevçûnên li Til Temirê rêya navdewletî ku weke M4 tê zanîn hatibû girtin. Îro piştî asayîbûna rewşê karwanê serbazî yê Amerîkayê bi rêya M4ê xwe gihand serbazgeha li Sirrînê.
Serbazgeha li navçeya Sirrînê 32 kîlometran dikeve başûrê Kobaniyê û rojhilatê Minbicê. Pêştir hejmareke zêde ya serbazan li wê baregehê hebûn. Ew serbazgeh ji bo pêşwazîkirina firokeyên barhilgirên serbazî dihat bikaranîn.
Ev yekem karwanê leşkerên amerîkî ye ku piştî vekişîna ji deverên sînorî derbasî çend navçeyên sînorî dibe û li ser sînor gereke leşkerî encam dide.
Li gor zanyariyên Rûdawê, wê hêza Amerîkî li bajarokê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê ku dikeve ser sînorê Tirkiyê gereke çavdêriyê pêk anî.
Amerîkayê roja 7ê vê mehê û piştî pêwendiya telefonî ya navbera Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, hêzên xwe ji gelek navçeyên sînorî yên Rojavayê Kurdistanê vekişandin û rojên paştir jî çend binkeyên xwe yên leşkerî li Rojava vala kirin û hêzên xwe veguhast nav sînorê Herêma Kurdistanê.
Roja Şemî 26ê Cotmehê careke din Amerîkayê dest bi vegerandina beşek ji hêzên xwe bo nav axa Rojavayê kir.
Donald Trump çend rojan piştî destpêkirina êrîşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê gotibû, ew rê nadin bîrên petrolê bikevine destê Rûsya, Îran û rejîma Sûriyê û ji bo parastina bîrên petrolê ew dê hejmarek ji leşkerên xwe li Sûriyê bihêlin.
(MB)
Wêne:AA, nûçe: AA, bianet, Rûdaw