Ji bo nûçeya Tirkî
Wezîrê Parastinê ya Amerîkayê Ash Carterî daxuyand ku qedexeya ku welatiyên trans ji ber nikarin tevli artêşê bibin hatiye rakirin û got: ‘Him ji bo gelê me him jî bo artêşa me ya baştir ev bû.’
Li gorî sîstema nû welatiyên trans ji bo pêkanîna serlêdana tevlibûnê divê herî kêm 18 meh bi nasnameya zayenda xwe were naskirin. Ji bo kesên ku di artêşê de cih bigirin re jî ligel pêkanîna wezîfeyên xwe de pêvajoya guhertina nasnameya zayendê hat serbestkirin lê hin şertên tibî jî hene. Bi wê biryara nû êdî ji ber nasnameya zayendê ti nikare yekî/ê ji kar derxîne an peymana bi wê/î re betal bike.
Tê payîn ku di nav salekê de sîstema nû êdî di nav artêşê de rewacdar be.
Li gorî agahiyên Wezareta Parastinê di nav artêşa Amerîkayê de 1.3 milyon kes wezîfedar in û 2.500 kesên ji wan trans in. Li gorî Navenda Wekhaviya Transan ya Neteweyî jî hejmara transên ku di artêşê de ne herî kêm 15 hezar in.
(ÇT/YO)