Fotograf: NASA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
NASAyê, di çarçoveya bernameya Artemîsê ya ajansê de 18 astronotên ku diçin Heyvê aşkere kiriye.
Di nav van astronotan de kesên ku berê çûne Îstasyona Fezayê ya Navneteweyî hene û yên bi tu awayî neçûne fezayê jî hene.
Koma astronotan di sala 2024an de wê pê li Heyvê bikin û li ser birêve biçin.
Koma astronotan ya ku ji neh jin û mêran pêktê, di bernameyekî Florîdayê de ji aliyê Mike Pence, Cîgirê Serokê DYAyê ve hatine aşkere kirin.
Penceyî di bernameyê de têkildarî astronotan gotiye, “Amerîkiyên xoşewîst, ez qehremanên dahatûyê yên ku me dibe Heyvê û jê wê ve, didim we.”
Astronotên navên wan hatine diyarkirin ev in:
Joseph Acaba, Kayla Barron, Raja Chari, Matthew Dominick, Victor Glover, Warren Hoburg, Jonny Kim, Christina Koch, Kjell Lindgren, Nicole A Mann, Anne McClain, Jessica Meir, Jasmin Moghbeli, Kate Rubins, Frank Rubio, Scott Tingle, Jessica Watkins û Stephanie Wilson. (PT/AY)