Fotograf: Muzexaneya Bîrê ya ji bo Dada Dîrokî / Arşîva Coşkûn Aralî
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Muzexaneya Bîrê ya ji bo Dada Dîrokî, di salvegera 43yan a Derbeya 12ê Îlonê ya 1980yî de muzexaneya xwe ya dijîtal vekir. Bi vê muzexaneyê endamên Muzexaneyê dixwazin sûcên li dijî mirovan hatine kirin tomar bikin û binpêkirinên hatine kirin berbiçavtir bikin.
Navê xebata ku hatiye 0001 Muze ye. Di vê muzexaneyê de koleksiyonên derbarê dîroka devkî, dosyayên dozan û tiştên bîrê ango hafizayê hene.
Belavoka hejmara 1ê
Di 12ê Îlona 1980yî de Hêzên Çekdar ên Tirkan, di bin serpereştiya Serfermandar Kenan Evrenî de derbeya leşkerî ya pêk anî. Ev derbe, di dîroka Tirkiyeyê de ya sêyem e ku bi encam dibe. Artêşê di encama vê derbeyê de dest danî li ser rêveberiya Tirkiyeyê.
Saet di 4ê sibehê de, bi rêya PTT û TRTyê, Belavoka Hejmara 1ê hat xwendin ku bi navê Serfermandar û Serokê Desteya Ewlehiyê ya Netewî hatibû amadekirin:
“Bi vê liv û tevgerê tê armanckirin ku, yekgirtina welêt biparêze, yekîtî û hevgirtina netewî saz bike, pêşiya şerekî navxweyî û pevçûna birayan a ihtimal e derkeve bigire, otorîte û hebûna dewletê ji nû ve saz bike û sedemên nahêlin sîstema demokratîk kar bikin ji holê rake…”
Bîlanço
Li gorî arşîva muzexaneyê, bilançoya Derbeya 12ê Îlonê ya 1980yî wiha ye:
- 650 hezar kes desteser kirin û heta 90 rojî desteserkirî man, di vê demê de îşkenceyên giran li wan bûn.
- Ji milyon û 683 hezar kesî re gotin, komunîst, elewî, kurd, şerîatxwaz e û nav û zanyariyên wan tomar kirin.
- Ji bo 7 hezar kesî daxwaza darvekirinê kirin. Cezayê darvekirinê dan 517 kesan. Dadgeha Bilind a Leşkerî cezayê darvekirinê yê dan 124 kesan, pesend kir. 50 kes bidarve kirin.
- Pasaport nedan 388 hezar kesî.
- 30 hezar kes ji ber “metirsîdar” dîtin, ji kar derxistin.
- 14 hezar kes, ji welatîbûnê avêtin.
- Li gorî belgeyên fermî, 171 kes “ji ber îşkencekirinê mirin”.
- 30 hezar ke, bûn penaber û çûn ji derveyî Tirkiyeyê.
- Digel ku mirina wan bigûman bû û gûman hebû îşkence li wan bûye, “rapora mirina xwezayî” dane 73 kesan.
- 937 fîlm hatin qedexekirin.
- Kar û xebatên 23 hezar û 677 komeleyan sekinandin.
- 3 hezar û 854 dersdar, 120 dersdarên zanîngehan û 47 dadwer ji kar derxistin.
- Partiyên siyasî û sendika girtin, bêyî sedemek bê nişandan gelek siyasetmedar desteserkirin û girtin.
- Li ser hev 4 hezar sal ji 400 rojnamegeran re xwestin. 3 hezar û 315 sal û 6 meh cezayê girtîgehê dan rojnamegeran.
- Rojnameyan 300 rojî weşan nekirin. 303 doz li 13 rojnameyên mezin vekirin. 39 ton rojname û kovar tune kirin.
- Dest danîn li ser bi sedhezaran weşanan û ew tune kirin. Bi tenê 13 hezar û 607 pirtûkên Weşanên Bilim ve Sosyalizmê şewitandin. Xwediyên weşanxaneyê desteser kirin, girtin û îşkence li wan kirin.
Berpirsên leşkerî
Fermandarên payebilind ên biryar dan ku Derbeya 12ê Îlonê pêk bê, derbe bi rêve birin, bingeha qanûnî û fîîlî ya sûcên li dijî mirovan pêk bên danîn û ji bo ev sûc bên kirin ferman dan û derfet ji wan re çêkirin û pêk anîn ev in:
Serokê Desteya Ewlehiyê yê Netewî û Endamên Desteyê
1. Kenan Evren
Serokê Desteya Ewlehiyê yê Netewî (DEN), Serfermandar
2. Nejat Tumer
Endamê DENê, Fermandarê Hêzên Deryayî
3. Nûretttîn Ersîn
Endamê DENê, Fermandarê Hêzên Bejayî
4. Tahsîn Şahînkaya
Endamê DENê, Fermandarê Hêzên Asmanî
5. Sedat Celasûn
Endamê DENê, Fermandarê Giştî yê Cendermeyan
6. Alî Haydar Saltir
Sekreterê Giştî yê DENê
(TY/FD)