Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Di rojeva Tirkiyeyê de pêşniyarnameyeka çêkirina qanûneka nû heye. Li gor pêşniyarnameyê heke mail û mecdûrên sûcê îstismara zarokan bi hev re bizewicin, cêdibe ji bo failî ceza neyê dayin.
Platforma Jinan ya TCK 103ê li ser vê mijarê daxuyaniyek weşandiye û diyar kiriye ku armanc apêşniyarnameyê meşrûkirina îstismara zarokan e.
Di 17ê Çiriya Paşiyê ya 2016ê jî pêşniyanameyeka bi vî rengî ji bo meclîsa Tirkiyeyê hatibû dayin lê paşê xwediyên pêşniyarê dest jê berdabûn.
Heke îsal ew pêşniyarname bê qebûlkirin tê texmînkirin ku 10 hezar kes dê bêne tehliyekirin.
Platformê diyar kiriye ku desthilat ji bo zêdetir dengan bistîn e dest bi kiriyarên bi vî rengî kiriye.
“Li gor yasaya tê xwestin di rewşên îstismar bi zordariyê nehatîn kirin de efû dê hebe. Lê li gor qanûnan rizamendîya keseka ji 15 saliyê biçûktir nayê qebûlkirin.
“Ev qanûn bi kirasê zewacê zordaarîya li zarokan meşrû dike.”
Rapora tûndkariya mêran a BIAyê
Li gor Rapora Tûndkariya Mêran ya BIAyê, di meha Kanûna Pêşiyê(meha 12.) ya 2018ê de;
Mêran herî kêm li neh zarokên keç îstîsmara cînsî kiriye.
Bajarên ku îstîsmara zarokan lê hatiye kirin ev in:
Bursa (2), Erzerom (1), İzmir (4), Kilis (1), Samsun (1).
Mêran çar zarokên keç li kolanê, yek li wesayitê, çar jî li qadên civakî istismar kirine.
Kesekî ku istismara cinsî kiriye dersdêr bûye, yek jî ajokarê wesayita dibistanê bûye. Di çapemeniyê de hatiye nivîsandin ku dersdêr li heman dibistanê li sê zarokên keç ên din jî istismara cinsî kiriye.
Pêvajoya Hiqûqî Sê faîl hatiye girtin. 8 sal û 6 meh ceza li failekî hatiye birîn lê ji ber temenê wî 66 bûye cezayê wî nehatiye bicîanîn. Failek piştî desteserkirinê serbest maye, derbarê yekî de lêpirsînname hatiye amadekirin. (EÖ/AÖ/MB) |