Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wênesaza îranî Arezûo (Termeh) Yaghoûbî ya ku li Bursayê dijî û ji bo betlaneyê çûbû Fethiyeyê, êvara 7ê Sibatê li Fethiyeyê hatiye desteserkirin. Dema destûrê ya mayîna li Tirkiyeyê ya Yaghoubiyê hê hebûye.
Piştî desteserkirinê Yaghoubî birine Navenda Dersînorkirinê ya Ulaya Manîsayê.
Parêzerê Yaghoûbiyê Ahmet Aksût destnîşan kiriye ku derbarê muwekîla wî de bi tohmeta ku "li dijî ewlehiya neteweyî tevgeriya ye" biryara dersînorkirinê hatiye dayîn.
"Bila bê berdan"
Têkildarî mijarê Partiya Kedê daxuyaniyek daye û weha gotiye:
“Gotine Arezûo (Termeh) Yaghoûbî “li dijî ewlehiya neteweyî tevgeriya ye” û derbarê wê de biryara dersînorkirinê dane. Lêbelê sedemên dersînorkirinê bi ti awayî nehatiye pêşkeşkirin û Yaghoûbî negirtine jêpirsînê jî!”
“Wênesaza îranî Termehê di peyama ku şandiye de gotibû, “Ez çima li vir im? Kes tiştekî nabêje. Destûra min a mayînê heye. Min ti xeletiyek nekir. Ez wênesaz im. Ez jinan û azadiya jinan xêz dikim. Ma sûcê min ev e?"
“Şandina Termeh Yakhoûbiyê bo Îrana ku her roj ewlehiya jinan lê di bin gefan de ye, erêkirina mirina wê ye. Divê demildest biryar were paşxistin!
“Divê Arezûo (Termeh) Yaghoûbî bê azadkirin! Em weke Partiya Kedê li gel Termeh Yaghoûbiyê ne! Em bang li hemû jinan dikin ku xwedî li Termehê derkevin û bibin dengê jinên Îranê.”(EMK/AY)