'Gava ku min çîroka xwe nivîsî min dît ku jiyana min her tim bi penaberiyê derbas bûye, ji meseleya şewitandina gundan bigre heta niha ...'
Ev gotin yên Aram Taştekînî ne, dema min derbarê penaberiyê de jê pirsan pirsî ji me re wisa got:
Aram Taştekîn şanoger e û dixwaze karê xwe dîsa bi vî awayî bidomîne lê ji ber rewşa dozê tu derfet namîne ku karê xwe bi serkeftî bidomîne. Ji bo rewşa xwe ya derketina welat dibêje:
" Gava ez ji welat derketim min got ez ê teqez hunera xwe berdewam bikim. Li vir ez mecbûr im li ber xwe bidim. Ez nehatime ku li kolanên Ewropayê bigerim û jiyanekî ji rêzê bijîm. Jiyanekî ji rêzê min dikaribû li welatê xwe jî bijîm. Mesele girtîgeh be ez karibûm wekî hemû kesan biketima girtîgehê jî lê min li hemberî vê yekê îtîraz kir. Min got na ez ê bedana xwe mehkûm nekim û ez ê berdewam bikim."
Min ji xwe re xeyal ava kirin
Taştekîn sedema serkeftinûyina xwe girêdayî xeyal kirinê kir. Di navbera du salan da ji ber eleqeya şanoyê bû asîstanê derhênerê navdar ê şanoyê Peter Brook.
Xwendavanê min ê Fransî hat asta nîqaşa rêzimanê
Taştekînî, ji bo serî-lêdana kaxezê penaberiyê gelek rojan di rêza girtina kaxezê pênaberiyê da dimîne. Bi şev û rojan li pey karê xwe digere û dawiya dawî statuya penaberiyê digire. Piştî awayekî fermî li Fransa yê bi cîh dibe qeyda xwe li zankoya Parîsê ya 8an dike û dîsa li wir jî perwerdehiya xwe ya şanoyê didomîne hînê zimanê Fransî dibe û di salek de digîhîje asta nivîsandina tezê. Her wiha li Fransayê jî dersên zimanê kurdî dide. Taştekînî, ciwanên Fransî yên ku bi awayekî navê Kurd û Kurdîstanê bihîstîne yan jî çûne dîtine hînê zimanê kurdî dike, dibêje " Xwendavanê min ê Fransî hat asta nîqaşa rêzimanê".
Dîroka Şanoya Kurdan Ji Dengbêjiyê tê
Şanogerê penaber Aram Taştekînî, derbarê dîroka şanoya kurdan de dest bi masterê kiriyê. Ji bo nêrîneke din li şanoyê veke û şanoya kurdî zêdetir pêşve bixe pir dixebite û berxwe dide. Taştekînî li ser xebatên xwe wiha axivî:
"Di destê min de hûnerekî min heye û heta ji min bê ez ê li ber xwe bidim û bixebitim li ser mijara "Performansa Dengbêj, Mekan û Temaşevanan" mastirê dikim. Sedema derketina vê mijarê pirtûka Çetoyê Zêdo 'Dîroka Şanoya Kurdan'e.
Ez vê xebatê pîroz dibînim û gelek spasiyên xwe dikim ji hevalên ku keda wan li vî xebatê buye. Lê bi ya min têrê nake. Dema ez li dîroka şanoya kurdan dinêrim di qada wêje, mûzîk, şano û gelek tiştên din de jêderka dengbêjiyê heye. Dengbêjan gelek tişt hîştine. Min xwest bi awayekî zanistî li ser Çand û Hûnera Dengbêjan lêkolîna bikim û li ser van xebata teza xwe binivîsim. Ez performansa dengbêjan wekî şanoyê dibînim. Mirov dikare bêje şano dîroka xwe ji dengbêjan digire. Ez dinêrim şanoya kurdan wekî ku ji Mem û Zîn dest pê dike tê zanîn. Lê ez dipirsim ' Ehmedê Xanî Mem û Zînê çawa nivisîye? Çîrok ji kû bihîstiye yan jî çawa ava kiriye? ' Qey beriya wî kurdan qet şano nekiriye ? Ez bi meraqa van pirsan li ser teza xwe dixebitim."
Heke rojekê yekê bigota tu yê welat biterikînî, min ê bigota ma tu henekê xwe bi min dikî?
Şanoger ji ber sedemên nediyariya dozê mecbûr dimîne kû derkeve derveyî welat lêbelê niha li rewşa xwe ew qas hestiyar nanêre, ji bona şanoya kurda xebatan dike û rewşa xwe yî niha wisa diyar dike :
"Heke rojek yekê bigota tu yê welat biterikînî, min ê bigota ma tu henekê xwe bi min dikî? lê niha ji ber xebatên xwe ez tam zelal nîn im ka di pêşerojê de ez vegerim welat yan na? Bi rastî niha naxwazim hemî keda xwe li vir bihêlim û vegerim. Ji ber ku xebatên min li vir in û ez xwe li vir zêdetir bi pêş ve dibim. Helbet dê welat azad bibe û ez ê vegerim Kurdistanê lê ne niha. Di dilê min de heye ku ez rojekî vegerim û ez bibim "Derhênerê Şanoya Amedê" bibim derhenerê 'kurd' yê navdar û navê kurdbûyînê wisa bidim nasîn. Niyeta min ev e, xeyala min ev e û bi rastî ez pir dûr jî nabînim.
Ji bo xeyalên xwe xewê li xwe diherimînim "
Aram li ser Rojeva Kurdistanê çend çavderiyên xwe peşniyar kirin;
"Dema mirov dikeve nav rojeva Kurdistanê mirov tê de wenda dibe û mejiyê mirovan tê de difetise. Lê dema mirov ji derva bi çavekî din dinêre cuda xuya dike.
Ez ji bo jiyana xwe ya pêşerojê ji xwe ra xeyalan ava dikim û ji bo van xeyalên xwe xewê li xwe diherimînim. Divê mirov xeyalê xwe tu car kêm neke her mezintir bike da ku daxwaz û xeyalên mirov bigîhîje armanca xwe".
Aram Taştekîn kî ye?
Aram Taştekin li navçeya Amedê li Farqînê ji dayik bûye. Heta 15 saliya xwe li Farqînê mayê. Piştî bûyerên şewitandina gunda malbata wî mala xwe bar kiriye navenda Amedê. Eleqeya Aram a şanoyê li Amedê destpê kiriye. Di Konservatuara Cegerxwînê de perwerdehiya şanoyê xelas dike û di heman demî da dest bi lîstikvaniyê jî dike. Di sala 2015an de li ser şerê Sûrê belgefîlmekî amade dike, ji ber vê yekê tê binçavkirin û doza wî wisa dest pê dike. Di sala 2016an de li Şaredariya Licê, salek wekî mamosteyê şanoyê kar dike û tê îhraç kirin. Piştî îhraç kirinê ji parêzera xwe agahiyên nebaş dibîhîze û ji bo neyê girtin xeynê derketina derveyî welat tu çareyê wî namîne.
(DD/MB)