Fotoğraf: Ahmet Sel - Anadolu Ajansı
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ara Guler, wênegirê nûçeyan ê navdar di 90 saliya xwe de miriye.
Dilê Gulerî sekiniye û ew rakirine nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê di beşa nexweşiyên giran de hatiye dermankirin lê saet li derdora 23.30 deqîqeyan miriye.
Doktor Zafey Gokayî ji xizmên Gulerî re gotiye, “Li servîsê û li beşa nexweşiyên giran wan mudaxele lê kirine û wî jî bersiva mudaxeleyan daye lê di cara sêyem de êdî bersiv nedaye. Serê me sax be. Bi temamî ji ber sekna dilê wî bû.”
Gulerî di roportajeke xwe de gotiye ku “Ez wênegirê nûçeyan im. Ne wênegir im. Ez teqez ne hunermend im.”
Derbarê Ara Gulerî de
Navê wî Aram Guleryan e. Navê dêya wî Verjin, yê bavê wî Dacat Guler e ku dermanfiroş bûye. Bavê wî ji gundê Yayci yê Şebînkarahîsara Gîresûnê bûye. Dema şeş salî bûye ji bo xwendinê hatiye Stenbolê.
16ê Tebaxa 1928ê li Stenbolê ji dayik bûye. Di dema lîseyê de di studyoyên filman de di her beşên sînemageriyê de kar kiriye. Li Dibistana Ermenan a Pangaltiyê û Lîseya Getronagan a Karakoyê xwendiye.
Her weha çûye kursên Tiyatroya Mûhsîn Ertûgrûlî.
Dixwest bibe derhêner an jî nivîskarê lîstikên şanoyê.
Sala 1950yî li Rojnameya Yeni İstanbulê dest bi rojnamegeriyê kiriye. Di heman demê de li Fakulteya Iqtîsadê ya Zanîngeha Stenbolê dixwend. Sala 1958ê li kovarên Time-Life, Paris-Match û Der Sternê wênegiriya nûçeyan a rojhilata nêzîk bûye. sala 1954ê li Kovara Hayatê bûye şefê beşa fotografan.
Sala 1953yê wî û Henri Cartier Bressonî hev nas kirine û beşdarî Paris Magnum Ajansê bûye. “Antolojiya Photography Annualê” heft wênegirên herî baş ê cîhanê diyar kiriye û Ara Guler jî yek ji wan nîşan daye.
Li gel wêneyên gelek bûyerên li cîhanê wêneyên yên weke İsmet İnönü, Winston Churchill, Indira Gandi, John Berger, Bertnard Russel, Bill Brandt, Alfred Hitchcock, Ansel Adams, Imoger Cunningham, Salvador Dali, Picasso girtiye. (EKN/FD)