Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Apro Dîrîlê ku di dosyeya Hurmuz Dîrîl û Şîmonî Dîrîla ku li gundê Mehriyê yê Bêşebaba Şirnexê dijiyan hatibû girtin, carekî din tehliye bûye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Apro Dîrîlî di çarçoveya lêpirsîna têkildarî wendabûna Hurmuz û Şîmonî Dîrîl ve di 23ê Hezîranê de hatibû desteserkirin û piştre hatibû girtin. Dîrîlî di 10ê Îlonê de tehliye bûbû.
Dîrîlê ku li ser daxwaza Dozgeriya Elkê di 2yê Çiriya Pêşiyê de careke din hatibû girtin, duh şev careke din hatiye berdan.
Çi bûbû?
Hurmuz Dîrîlê 72 salî û Şimonî Dîrîla 65 salî li gundê Mehrê yê suryaniyan ê Bêşebaba Şirnexê dijiyan û sala 2019an di 10ê Kanûnê de winda bûbûn.
Piştî windabûna wan bi 70 rojan ango di 20ê Adara 2020an de zarokên wan 800 metro dûrî gundî laşê Şimonî Dîrîlê dîtibûn. Lê aqûbeta Hurmuz Dîrîlî hê jî nayê zanîn. (RT/AY)