Narîn Guran li Rezan, navçeya Amedê piştî ku li qursa Qûranê derdikeve careke din ahagî jê nayê stendin. Xebatên lêgerîna Narîn Guranê di roja 13emîn de didomin.
Apê Narîn Guranê S.G. ku di heman demê de mixtarê Taxa Tavşantepeyê(gundê Çûliyê) ye roja Şemiyê di çarçoveya lêpirsînê de hatibû desteserkirin. Piştî îfadeya S.G. ya li qereqola cendirmeyan şandin edlîyeyê.
DNAya ku li ser kursiyê wesayîta S.G hat dîtin û DNA ya ku ji cil û berg û betaniya Narîn Gûranê hatiye girtin di guncên.
Di heman demê de hatibû tespîtkirin ku Narîn Gûran herî dawî bi hevalên xwe re hatiye dîtin û 15 xulek piştre Apê wê S.G. bi lez û bez ji gund derketiye.
Her weha hatibû diyarkirin ku piştî windabûna Narînê saetekê telefona S.G. girtî maye.
Çi bûbû?
Narîn Gûrana 8 salî di 21ê Tebaxê de piştî nîvroyê çûbû Qursa Quranê. Dema ku Narîn piştî qursê venegeriyaye malê, malbata wê bi derfetên xwe lê geriyan ne.
Dema ku gundiyan ji lêgerînê ti encam bi dest nexistine, bavê Narînê Arîf Gûran, heman rojê di saet 20.00an de çûye qereqola cendirmeyan û ji bo keça xwe ya winda ew agahdar kirine.
Piştî agahdarkirinê, Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Rezanê, Fermandariya Komandoyan ya Rezanê, Tîmên Tevgera Taybet ên Cendirmeyan, Tîmên Lêkolîna Sûcên Cendirmeyan (JASAT), Rêvebiriya Şaxa Îstîxbaratê, Tîma Şopandina Rêçan ya Kûçikan û Tîma Lêgerîn û Rizgarkirina Binavê û Ekîbên Tenduristiyê, AFAD, Ekîbên Lêgerîna Binavê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Ekîbên Lêgerîn û Rizgarkirinê yên Şaredariyên Navçeyan çûn herêma bûyerê.
Her wiha nêzî 150 wesayit yên ku di saetên Narîn wenda bûbû de di herêmê de derbas bûbûn hatin tespîtkirin û jêpirsîn li wan hat kirin. Li malên taxê û wesayîtên ketine gund lêgerîn hat kirin. Heta niha li 12 hezar û 565 wesayîtan lêgerîn hat kirin, îfadeya 130 kesan hat girtin, 32 hezar û 952 kes hatin kontrolkirin û li qadeke zêdeyî 11 hezar donim bi 7 kûçikan şopandina rêçan lêgerîn hat kirin.
Her wiha dîmenên dawî yên Narînê ên beriya windabûnê jî derketin holê. Di dîmenên 21ê Tebaxê yên dibistanê yên di saet 15.15an de Narîn tê dîtin ku bi 4 hevalên xwe re dimeşe û piştre ji hevalê xwe diqete û rêya gir bikar tîne û ber bi mala xwe ve diçe.
Di xebatên lêgerînê yên 22ê Tebaxê de 3 kîlometre li dûrî mala wan û di 28ê Tebaxê de jî 2 kîlometre li dûrî mala wan 2 şimikên cuda yên zarokan hatin dîtin. Lê belê li gorî malbata Narîn Gûranê, her du şimik jî ne yên Narînê ne.
Di çarçoveya lêpirsînê de birayê Narîn Gûranê, E.G. (18) ji ber ku li ser milê wî şopa gezan hebûn hat desteserkirin. Di lêkolîna Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê de nehate tespîtkirin ku şopa gezan ya Narînê ye yan na û ji ber vê yekê E.G. hat berdan. Piştre apê Narînê S.G. ku muxtarê navçeya Tavşantepeyê ye hat desteserkirin.
(RT/AY)