Fotograf: Xwebûn
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ji bo bîranîna rojnameger û nivîskar Apê Mûsayî (Mûsa Anter), li cihê ku lê hatibû kuştin, merasîmeke bîranînê li dar xistiye. Anter di 20ê Îlona sala 1992yê de li Semta Seyrantepe ya Amedê hatibû qetilkirin.
Kurê Mûsa Anterî Dîcle Anter, endamên DFGyê, Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP), nûnerên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), parlamenterên HDPyê yên Amedê Îmam Taşçier û Gulistan Kiliç Koçyîgît, xizmên girtiyên nexweş, Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER), Hewldana 78an a Amedê, rojnameger Huseyîn Aykol û gelek kesên din beşdarî bernameyê bûne.
"Peyrewên wî girtin"
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Hevseroka DFGyê Dîcle Muftuoglû di dema bernameyê de axiviye û behsa 16 rojnamegerên li Amedê hatine girtin kiriye: "Guleya li wî hatiye xistin, li zimanê gelê kurd, li lêgerîna heqîqetê hat xistin. Xwestin bi qetilkirina Apê Mûsa re gelê kurd bêdeng bikin û bêpênûs bihêlin. Apê me yê Mûsa li vê kolanê hate qetilkirin û pênûsa wî di nava xwînê de ma. Lê belê peyrewên wî hîn niha jî rastiyan dinivîsin. Cengîz Altûnan, Gurbeteliyan, Ferhat Tepeyan, Denîz Firat û Nûjiyan Erhanan ew pênûs dewr girtin û ji me re hiştin. 16 kedkarên çapemeniya azad û peyrewên Apê Mûsa ji ber ku heqîqet bi gel re parve dikirin, di 16ê Hezîranê de hatin girtin. Em li vir dîsa dibêjin; ev kesên ku dema hewl didan rastiyê bigihînin gel û di vê oxirê de hatine qetilkirin, rûmeta me ne. Em li cihê Apê Mûsa lê hatiye qetilkirin dîsa bang dikin; em pênûsa Apê Mûsa ne. Em generalên wî yên biçûk in. Em peyrewên wî ne û dê dest ji têkoşîna heqîqetê bernedin."
"Roj bi roj mezintir dibin"
Rojnameger Huseyîn Aykolî jî êrişên di demên berê de li dijî çapemeniya azad dihatin kirin bi bîr xistiye: "Girtin çêbûn lê me dîsa jî meşa xwe domand. Ez nehatime vê derê ku nefreta li dijî kujerên Apê Mûsa vebêjim. Ez hatim vê derê ku deynê xwe yê ji bo Apê Mûsa bidim. Ka te em çawa hiştibûn em wisa nînin. Ji wê rojê heta niha me nêzî 50 rojname derxistin, radyoyên me çêbûn. Televîzyonên me hene ku ji bo hemû cîhanê weşanê dikin. Her neteweyekî ajansa xwe heye. Em di vê oxirê de şehîd bûn, hatin girtin. Ajansên me jî mîna rojnameyan hatin girtin. Niha her ku em dijîn, dê tiştên gelê kurd jî dijî bikin nûçe. Em ê bi hemû cîhanê re parve bikin. Ev bû 33 sal ku ez li vê derê me. Ciwanên di emrê zarokê min, neviyê min de niha tev li çapemeniya azad bûne. Roj bi roj mezintir dibin."
Piştre jî Parlamenterê HDPê yê Amedê Îmam Taşçier axivî: "Di dîrokê de gelek caran hewl dan ku gelê kurd tune bikin. Apê Mûsa got; 'em vê qebûl nakin.' Ji bo vê jî bo gelê kurd nivîs nivîsandin. Lewma di 70 saliya xwe de li kolanekê hat qetilkirin. Heta ku ev pergal wiha bidome, dê kesên weke Apê Mûsa jî her hebin. Dibe ku Apê Mûsa wê demê bi tenê bû lê niha bûne bi milyonan."
Di dawiya bernameyê de beşdaran dirûşma "Kesek nikare çapemeniya azad bêdeng bike" berz kirine û heta cihê Apê Mûsa lê hatiye qetilkirin meşiyane. Beşdaran, qurnefîl danîne cihê ku Apê Mûsa lê hatiye qetilkirin. (FD)