Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gorî nûçeyeke Ajansa nûçeyan a DYAyê Associated Press (AP) hêzên Rûsyayê li navendên desteserkirinê, îşkence li hezaran sivîlên ûkraynayî kiriye û ji bo artêşê bi darê zorê çeper bi wan dane kolandin.
Ajansê nûçeya xwe spartiye girtiyên kevn, rayedarên ûkraynî û dîmenên peykan,
Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku Rûsyayê bi vê sîstema desteserkirin û tacîzê ya li dijî sivîlan pêk aniye, Peymana Cenêvê rasterast bin pê kiriye.
Lena Yahûpovaya 50 salî yek ji wan dîlgirtiyan e ku li herêma Zaporizhzhiayê rêvebira bajêr bûye. Ew di meha Çiriya Pêşiyê de hatiye desteserkirin û di meha Gulanê de ji navendê reviyaye. Yahûpovayê gotiye, “Ev, karekî qaçaxçîtiya mirovan e.”
“Dîlgirtiyên ûkraynayî bi cilûbergên leşkeri yên Rûsyayê çeper kolan”
Yahûpovayê diyar kiriye ku tevî xwediyên kargehan, karmendan, xwendekarekê/î û dersdarekê/î û tevî ûkraynayiyên din, zêdetirî 12 saetan û bi rêkûpêk neçarî kolandina xendekan kirine. Li gorî gotina wê, cilûberên leşkeri yên Rûsyayê li dîlgirtiyan dikirin û ew ji ber vê rewşê ditirsiyan ku topavêjên ûkraynî bibêjin ew yekîneyên dijmin in.”
APyê dîmenên du herêman weşandiye ku li gorî nûçeyê, ew, çeperên dîlgirtiyên ûkraynayî kolandine.
Kononenko: Dibe 10 hezar sivîl hatibin girtin
Yek ji kesên navbeynkariyê ji bo guhertina dîlgirtiyan dike Oleksandr Kononenkoyî ji APyê re gotiye, li gorî baweriya hikûmeta Ûkraynayê, Rûsyayê nêzîkî 10 hezar sivîl girtine.
NY: 77 sivîl hatine kuştin
Rûsyayê tiştên ku di vê nûçeyê de hatine nivîsîn, qebûl nekirine. Lê li gorî raporeke NYyê ya di 27ê Hezîranê de hatiye weşandin, bi kêmanî 53 dîlgirtiyên sivîl, bi leşkerên Rûsyayê re pevguhertine.
Li gorî heman raporê, bi kêmanî 77 sivîl hatine kuştin û ji sedî 91ê girtiyan îşkence bûne û kiryarên xirab li wan kirine. (NT/FD)