Antonîo Banderas bi Covîd-19ê ketiye
Antonîo Banderas, lîstikvanê Îspanyayî aşkere kiriye, ku ew bi vîrusa Covîd-19ê ketiye.
![Antonîo Banderas bi Covîd-19ê ketiye](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/228/788/original/Adsız_tasarım.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Antonîo Banderas, aktorê Îspanyayî îro bûye 60 salî û ji bo rojbûna xwe li ser hesabê xwe yê medya civakî peyamek belavkiriye û aşkere kiriye, encama testa wî ya Covîd-19ê pozîtîv derketiye.
Banderas weha gotiye, "Îro 10ê Tebaxê dixwazim raya giştî bizanibe ji ber ku encama testa min ya Covîd-19ê pozîtîv derketiye neçarim ku roja 60 saliya xwe li piştî karantînayê pîroz bikim."
Lîstikvanê navdar diyar kiriye, rewşa wî hin baştire û gotiye, "Ez hinekî din mandî me û ez dixwazim bêjim, ez bawerim ku dê di demek nêzde baş bim."
(TP/AY)