Antolojiya Helbest û Çîrokên Nivîskarên Di zindanan De ya bi navê "Rabûna Berî li Gulberojan" bi piştevaniya PENa Kurd ji Weşanxaneya Sîtavê hatiye weşandin.
Amadekariya antolojiyê ji aliyê Roza Metîna û Jiyar Jahan Fard ve hatiye kirin. Ev antolojî wê di heman demê de ji nivîskarên girtî yên çîrok û helbestên wan tê de cih digirin re jî bê şandin.
Antolojî ji 139 helbest û 16 çîrokan pêk hatiye
Antolojiya Helbest û Çîrokên Nivîskarên Di Zindanan De ya bi navê "Rabûna Berî li Gulberojan" ji 16 çîrok û 139 helbestên nivîskar û helbestkarên di zindanan de pêk hatiye.
Helbest û çîrokên 39 helbestkar û nivîskarên di zindanan de di vê berhemê de cihê xwe digire.
Di berhema "Rabûna Berî li Gulberojan" de destnivîsên nivîskar û helbestkarên di zindanan de jî cih digirin. Li herêmê berhemeke bi vî rengî cara ewil tê çapkirin.(AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê