Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Anonymous, koma hackeran bi daxuyaniyekê piştgirî dane protestoyên ji bo George Floydî tên kirin û wan şer li dijî Midûriyeta Polîsan a Minneapolisê (MPD) daye destpêkirin.
Anonymous li dijî hikûmetan û şîrketan êrişên dijîtal pêk tîne.
Piştî daxuyaniya komê bi demeke kurt malpera şaredariyê û ya MPDyê hate rûxandin. Bikarhênerên medyaya civakî ev weke çalakiyeke Anonymousê nirxandine.
Di 28ê Gulanê de li ser hesabê Anonymousê yê Facebookê videoyek hatibû weşandin. Di vîdeoyê de kesekî bi rûpoş û dengê xwe guherandibû diaxivî.
Kesê di vîdeoyê de diaxivî digot ku xwestibûn hesab ji polîsên mirovan dikujin û sûcên din dikin bipirsin:
“Piştî bûyerên salên dawiyê gelek mirov êdî dizanin ku hûn ne ji bo me biparêzin lê ji bo zordariyê li me bikin û îradeya çînên serdest ên sûcdar pêk bînin li vir in. Hûn ne ji bo ewlehiya kesên tên kontrolkirin lê ji bo sîstema kesên kontrol di destên wan dene biparêzin li vir in. Di eslê xwe de hûn ew mekanizma bi xwe ne ku bijarteyên ji bo sîstema çewisandinê ya kurewî berdewam bike wê bikar tîne.”
(PT/FD)