Amîdart ji sala 2017an vir de li Amedê bernameyên çalak bi rêk û pêk didomîne. Amîdart xwe wek komeke hûnerî dibîne û di gelek qadan de li ser hûnerê xebatên xwe dimeşîne. Amîdart herî zêde li ser çîrokbêjiyê disekine. Dixwaze bandora çanda devkî li ser zarokan baş bide rûniştin ku çanda devkî qet wenda nebe. Amîdart ji bo xebat û bernameyên xwe hemû kolan û taxên Amedê ji xwe re wek atolyeyên hûnerî dibîne û bikartîne.
Mûrad Aygun û Gulesra avakarên Amîdartê ne.
Li ser xebatên Amîdartê em bi yek ji avakarê komê, Murad Aygunî re axivîn. Aygûnî got: ‘‘Me bingeha bernameyên xwe ji bingeha pirzimanîyê girtiye’’.
We çawa biryar da ku hûn komeke wisa ava bikin, we bi çi pêdivîyê kom ava kir?
Em bi bernameyên çîrokbêjiyê bi rê ketin, me xwast van bernameyan bidomînin û li her derê bajar belav bikin. Me ev kar wekî pêdiviyekî ji jiyanê nirxand û bi rê xist. Me bingeha bernameyên xwe ji bingeha pirzimanîyê girt. Em bi hestên berpirsîyarî yên polîtîk û civakî di 21ê Adarê ya sala 2018an de li Amedê kom bûn û me dest bi xebatên xwe yên çand û hunerê kir.
Sedema avakirina amîdartê çibû?
Me xwest ku mirov werin ba hev, bi hev re biaxivin, piştevaniya hev bikin û bi vê re li bajêr liv û tevgerek çêbibe da ku bextewariya wan zêdetir bibe. Em dilxwaz in û em karê xwe bi awayekî kolektîvî pêk tînin. Her weha em xwe weke “Komeke Çand û Hunerê” didin nasîn. Em karên xwe li cihên cuda cuda yên li bajêr pêk tînin. Slogana me “Bêcih e lê li her derê ye”. Bi vê sloganê re me dest bi pêkanîna konsertan, kargehan, nîşandana filman, hevpeyvîn, çirokbêjiya ji bo zarok û mezinan kir.
Amidart bi xebatên xwe dixwaze rengekî çawa di hunerê de ava bike?
Me di bernameyaên xwe yî çandû hunerî da rewşa çandiya heremî da berçav, em hewl didin ku hejmara xebatên kurmancî zêdetir bikin. Em ji bo hûnermendên ku qadekî berfireh nabînin û di lêgerînekî alternatîf da ne cîhan vedikin û heta ji destê me were em ê ji bo qada çand û hûnerê rê vekin .
Amîdart herî zêde ji bo çi dîxebite, xebatên we yî li ser çand û hûnera kurdan çi ne?
Em zêdetirîn li ser atolye, konser, çîrokbêjiyê dixebitin. Piranî xebatên me li ser van bernameyan e. Her weha heke komên bi vî awayî kar dikin, bi me re têkevin tekiliyê em dixwazin bi wan re jî bixebitin.
Hûn dikarin derbarê çîrokbêjiyê de çi pêşniyaran bikin, ji bo çi hûn ewqas girîngiyê didin çîrokbêjiyê?
Em bi taybetî dixwazin zarokan hînê çanda devkî ya kevin bikin. Ji bo bala zarokan zêdetir li ser ziman be em ê bernameyên çanda devkî ya kevin bidomînin. Ji bo şêwazên çanda devkî bidome em hewl didin ku bernameyên li ser taybetiyên çîrokbêjiyê zêdetir bibin.Em ji bo mayîndebûna zimanê dayikê dixebitin. Em dixwazin tecrûbeyên berê, tiştên ku berê hatine berhevkirin parve bikin.
Hin bernameyên ku Amîdartê heta niha pêk anî ye wiha ne:
Konserên Amîdartê Sîya Şeve, Sîmir Rûdan, Harun Elki (solîstê Koma Rewşenê), Sasa Serap, Kalê Badi, Mehmet Akbaş, Rumeysa Çamdereli, Mirady, Cihan Murtezaoglu, Ahmet Ali Arslan, Tuvana Ceylan, Anadolu Quartet&Mehtap Arslanargun, Serdar Keskin |
Kargeh Çîrokên Kevnare û Perwerdehiya Çîrokbêjiyê, Kargeha Perwerdehiya dijtundiyê, Kargeha Nivîskariya Geştê, Bi Kemal Varol re Kargeha Romannivîsiyê, Kargeha Avahîsaziyê a Zarokan, Kargeha Berhevkariyê (Berhemên Çanda Devkî), Ji bo Zarokan Kargeha Çîrokan |
Pêşkêşiyên filman û guftûgo Çîrokên ji bo zarokan, Çîrokên ji bo mezinan, Malmîsanij, Xwendina Helbestan û Bernameya Destnîşanê (Kirmançkî), Bi J. Îhsan Espar re Bernameya destnîşanê û godarîkirina helbestan, (Kirmanckî), Pêşkeşiya Fîlmê "Yıkıntılar Arasında" û (Bi tevlîbûyina Murat Özyaşar û Özcan Alper), "Roboskî: Edalet û Bîranîn", û Gotûbêj bi tevlîbûna Ozgur Amed, M. Emîn Aktar û Azad Dogrû re. 19-20-21ê Çiriya Pêşiyê ya 2018an Mîhrîcana Çîrokan, 7-11ê Hezîranê ya 2019an de bi hevkariya hin saziyên din, Mîhrîcana Zarokên Surê, Bi Weşanxaneya Wardozê re di navbera 25ê Gulanê û 2yê Hezîranê de Kargeha Lêkolînên Qada Folklorê û Kargehên Berhevkariyê, Kolektîfa 6x6x6 a NOKSANê performansa jixweberiyê, 26ê Hezîranê li Laleş Sanateviyê guftûgoya çîrokbêjan, 28ê Hezîranê li Mala Diyarbekirê konserta Ercan Bîngolî û guftûgoya li ser Hevkariya Çandî ya Bluesê. |
(DD/FD)
Fotograf: Amîdart