Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Amerîkayê li Tirkiyeyê binçavkirina gelek rojnamegeran rexne kir.
Li gorî nûçeya Dengê Amerîkayê Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê John Kirby îro di birîfîngdayîna ji çapemeniyê re de Tirkiyeyê rexne kir.
Li ser pirsa nûçegihana a derbarê 100 rojnamegerên ku bo wan biryara girtinê hatiye dayîn de Kirby ragihand ku beriya niha de jî di warê azadbûna çapemeniyê de wan Tirkiyeyê rexne kiriye û got: ‘Yên ku pêk tînin berdewamiya li hemberî nîqaşkirina meşrû ya siyasetê hewldana fetisandinê ye ku ji beriya niha ve bi destê hêzên ewlehiyê dadgehê ve tên kirin. Em wê yekê wiha dinirxînîn.’
Kirby careke din anî ziman ku wan hewldana derbekirinê şermezar kirine û derbarê wê yekê de gelek caran ji hukimeta Tirkiyeyê re bagewazî kirine ku divê her tişt di çarçoveya demokrasî û hiqûqê de werin çareserkirin û divê bi bêhnfirehî tevbigerin.
(YY/YO)