Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Berdevkê hêzên li dijî DAIŞê şer dikin, John Dorrianî eşkere kir ku Tirkiyeyê sietekê ji beriya operasyonê Amerîka agehdar kiriye.
“Kêmî sietekê ji beriya êrîşa hewayî ji me re agahî hat dayin. Ev wext kêm e.
“Bi tenê em hatin agehdarkirin. Ev ne tevgerek bû ku em ji hevpeymanekê hêvî dikin.
Dorrîanî eşkere kir ku hêzên Amerîkayê 10 kîlometreyan ji cihê bombe lê hatîn barandin dûr bûne. Agahiyên Tirkiyeyê dayîn ne zelal bûne.
Dorrîanî ji bo pêşmergeyên mirîn jî gotiye:
“Hêzên pêşmergeyan hevkarên me yên gelek girîng in ku li dijî DAIŞê hêzên me yên hevpeyman in.”
Rûsya: Em di fikarê de ne
Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku “Rûsya ji ber gavên bi vî rengî gelekê di fikarê de ye.”
Amerîka nerazî ye
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, eşkere kir ku hevpeymanîya rêbera wê Amerîka ye, operasyona Tirkiyeyê erê nake.
Li gor nûçeya Dengê Amerîkayê, wekîlê berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê, Mark Toner li ser operasyona ku Tirkiyeyê li Şingalê kir axiviye.
Donerî da zanîn ku bi wan operasyonan pêşmerge mirine.
“Koalîsyonê ew opersyona hewayî erê nekiriye. Di opersyona li dijî DAIŞê de hinek kesên ji hêzên me yên hevpeyman mirine ku em vê yekê naxwazin.
Tonerî eşkere kir ku Amerîkayê ji Tirkiyeyê re diyar kiriye li ser vê mijarê ew di fikarê de ye.
“Ev tevgerên bi vî rengî zererê dide hevpeymanên me yên şerê meydanî dikin.
BIXWÎNE: Artêşa Tirk êrîşa hewayî bir ser Şengalê û Çiyayê Qereçoxê
Erdogan: Me agahî da
Serokkomarê Recep Tayyîp Erdogan ji Reutersê re got ku ji bo vê operasyonê wan Rûsya, Amerîka û Hikûmeta Herêma Kurdistanê agehdar kiriye.
Çi bûbû?
Hêzên Çekdar ên Tirk(TSK) di şeva 24ê Nîsanê de, li Şingalê operasyoneka hewayî pêk anî û fûze barandin çiyayên Qereçoxê.(YY/MB)