Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) Heather Nauertê got Rûsya hewil dide du dewletên endamên NATOyê ji hev sar bike.
Berdevka wezaretê got:
“Tiştên Rûsya dike alîkariya başkirina rewşa heyî nake. Ew[tiştên ku dikin] propaganda ne.
Li ser pirsa “Tirkiye dibêje ew li dijî DAIŞê li Efrînê şerî dike”
Neuertê got:
“Li herêma Efrînê DAIŞî nînin.
“Em bi zelalî ji Tirkiyeyê fêm dikin ka ji ber çi ew li ser hin rêxistinên terorî di fikarê de ne.
“Em fêm dikin ku ji ber PKKyê(Partiya Karkerên Kurdistanê) di fikarê de ne. Ji bo vê fikarê em ê alîkariya wan jî bikin. Di heman demê de şîreta me ji bo wan ew e ku divê tansîyonê bilind nekin. Aloziyê çênekin.”
Çi bûbû?
Roja yekem:
- Hêzên Çekdar ên Tirkan, TSKyê bi daxuyaniyekê di 20ê Kanûna Paşiyê ya 2018ê de ragihand ku wan dest bi operasyoneka li ser Efrînê kiriye. Navê operasyonê "çiqilê zeytûnê" ye. TSKyê "ji 108 baregehên PKK/YPGyê(Partiya Karkerên Kurdistanê/Yekîneyên Parastina Gel)" dane.
Roja duyem:
- Di 21ê Kanûna Paşiyê de berdevkê Yekîneyên Parastina Gel, Birûsk Hesekê ji Reutersê re gotiye: "9 kes mirine; 6 ji wan siîl in û 3 şervan in."
- 6 hezar û 400 leşkerên TSKyê beşdarî operasyonên bejayê û hewayî bûne.
- Navenda Çavdêriya Li Mafên Mirovan a Sûriyeyê(SOHR), di 21ê Kanûna Paşiyê de da zanîn ku di operasyonan de 11 sivîl mirine.
Roja sêyem:
- Jîm Mattis Wezîrê Berevaniyê yê DYAyê derbarê operasyona li ser Efrînê axivî û got: “Tirkiye endamê NATOyê ye. Yekane welatê NATOyê ye ku di nava sînorên wê de berxwedaneke çalak heye. Û di mijara ewlehiya wê de metirsiyên Tirkiyeyê yên rewa hene.”
- Rojnameger Sîbel Hurtaş, Hayrî Demîr, Seda Taşkin û Derhêner Fatîn Kanat ku li ser medyaya civakî “Operasyona Efrînê” rexne kirine hatine desteserkirin.
- Serokkomar, Recep Tayyip Erdogan: Em bi dostên xwe yên rûs re axivîn me Amerîka qane nekir.
- Serokwekîlê Koma HDPyê Yildirim: Divê em li hemberî vî şerî derkevin.
Roja çarem:
- Di operasyona li ser Efrînê leşkerek mir.
Roja Pêncem:
- Recep Tayyp Erdogan: “Digel ASAyê 7-8 şehîdên me hene”
Îro roja pêncem e ku operasyon didome.
(PT/MB)