Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Berdevkê Hêzên Hevpeyman ên li dijî DAIŞê têdikoşin, Albayê Ryan Dillonî eşkere kir nûçeya Ajansa Anadolûyê ya diyar kiribû ji bo YPGyê 900 TIR çek hatine şandin ne rast e.
Dillonî ji Bexdayê bi rêya vîdeo-konferansê bersiva pirsên peyamnêrên li Pentagonê da.
Ajansa Anadolûyê di nûçeya xwe de diyar kiribû ku hejmara TIRên çekan ên ji YPGyê re hatine şandin ji 900ê boriye.
Nûçegihanê Hurriyetê yê ofîsa Enqereyê, Ugur Erganî jî eşkere kiribû ku li gor agahiyên wî ji rayedaran standîn ya kêm 10 TIR alîkarîya çekan Amerîkayê daye YPGyê.
Dillonî eşkere kir ku Amerîka piştgiriyê dide Hêzên Sûriyeya Demokratîk:
“Ez ê li ser hejmara TIRan agahiyan nedim.”
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Donald Trumpî, 10ê Gulana 2016ê eşkere kiribû ku DYAyê bi çekên giran alîkariya YPG(Yekîneyên Parastina Gelî) kiriye.
Balyozxaneya Amerîyê ya li Tirkiyeyê jî eşkere kir ku “Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê” ti tank nedane YPGyê.”(HK/MB)
Çavkanî: Hurriyet, VOA, AA