Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Berdevkê Koalîsyona li Iraqê, John Dorrianî da zanîn ku ‘’Artêşa Tirkiyeyê ya hatî Iraqê bêyî destûra Hikûmeta Iraqê hatiye û ev yek îllegal e.’’
NATOyê jî daxuyanîyek belav kir ku da zanîn beşdarên operasyona Mûsilê: ‘’Artêşa Iraqê, Pêşmerge, milîsên xwecihî, DYA(Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) û dewletên di koalîsyona li dijî DAIŞê de’’ ne.
Tirkiye wek yek ji hêzên operasyonê nehat diyarkirin.
Meclîsa Iraqê bi daxuyaniyeka nivîskî da zanîn ku Meclîs qebûl nake hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê li Başîkaya girêdayî Mûsilê bimîne.
Meclîsê di daxuyaniyê de eşkere kiriye ku ew biryara Parlamentoya Tirkiyeyê qebûl nake ku parlemanê biryar daye dema mayina li Iraqê ya TSKyê(Hêzên Çekdar ên Tirkan) dirêj bike.(AS/MB)