Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Berdevkê Koordînasyona Şerê li Dijî DAIŞê, John Dorrianî bersiva pirsên rojnamegeran da.
Li ser pirsa gelo kurd jî dê beşdarî Operasyona Reqqayê bibin, Dorrîanî gotiye:
“Li ser beşdarbûna rizgarkirina Reqqayê... Belê em dikarin wê pêşbînîyê bikin ku kurd jî dê beşdar bibin. Em difikirin bi Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê û Hevpeymana Erebên Sûriyeyê re kar bikin. Ji sedî 75ê leşkerên beşdarî Operasyona Reqqayê dibin erebên Sûriyeyê ne.
Rola Tirkiyeyê
Dorrîan li ser rola Tirkiyeyê ya di operasyonê de jî gotiye:
“Em amade ne ku ji bo rizgarkirina Bakurê Sûriyeyê rolekê bidin Tirkiyeyê jî. Lê ka ev rol dê çin an jî dê rolek hebe an na... li ser vê yekê me hevpeymanek nîne.” (YY/MB)
Reqqa |