Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Nûnera Amerîkayê ya li Neteweyên Yekbûyî, Nikki Haleyê eşkere kir ku Amerîka “dê wek hikûmetên berê bala xwe nede ser çûna Esadî.”
Haleyê eşkere kir ku Esad ji bo aştiyê astengek e lê Amerîka dê bala xwe bide ser hin tiştên dî ku bikarin bi wan tiştan jiyana welatiyan biguhere.
Di dema serokatiya Obamayî de, Amerîkayê ji bo aştiya li Sûriyeyê çûna Esadî wek pêwîst didît û piştgirî dida mixalifên hikûmeta wî.
Di dema serokatiya Donald Trumpî de Amerîkayê bala xwe da têkoşîna li dijî DAIŞê.
Duhî li Enqereyê, wezîrê karên derve yê Amerîkayê Rex Tîlersonî duhî piştî hevdîtina digel wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê, gotibû:
“ Li ser çûn û mana Esadî xelkê Sûriyeyê dê biryarê bide.”(YY/MB)
Çavkanî: BBC, Deutsche Welle