Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Rex Tillersonî ji bo operasyona li ser Efrînê got: “Em di fikarê de ne.”
Lı gor nüçeya Reutersö Tıllersoni gotıye:
“Em mafê Tirkiyeyê ku welatiyên xwe ji ûnsûrên terorî diparêze bi temamî nas dikin.
“Em bangî hemî aliyan dikin ku divê jimara kuştiyên sivîl di asta herî kêm de be. “
Çi bûbû?
Hêzên Çekdar ên Tirkan, TSKyê bi daxuyaniyekê di 20ê Kanûna Paşiyê ya 2018ê de ragihand ku wan dest bi operasyoneka li ser Efrînê kiriye. Navê operasyonê "çiqilê zeytûnê" ye. TSKyê "ji 108 baregehên PKK/YPGyê(Partiya Karkerên Kurdistanê/Yekîneyên Parastina Gel)" dane.
Di 21ê Kanûna Paşiyê de berdevkê Yekîneyên Parastina Gel, Birûsk Hesekê ji Reutersê re gotiye: "9 kes mirine; 6 ji wan siîl in û 3 şervan in."
6 hezar û 400 leşkerên TSKyê beşdarî operasyonên bejayê û hewayî bûne.
Navenda Çavdêriya Li Mafên Mirovan a Sûriyeyê(SOHR), di 21ê Kanûna Paşiyê de da zanîn ku di operasyonan de 11 sivîl mirine.
Jîm Mattis Wezîrê Berevaniyê yê DYAyê derbarê operasyona li ser Efrînê axivî û got:
“Tirkiye endamê NATOyê ye. Yekane welatê NATOyê ye ku di nava sînorên wê de berxwedaneke çalak heye. Û di mijara ewlehiya wê de metirsiyên Tirkiyeyê yên rewa hene.”
Îro roja sêyem e ku operasyon didome.
(PT/MB)