Ji bo nûçeya Tirkî
Berdevkê Pentagonê Peter Cook got ku hewldana derbekirinê ku li Tirkiyeyê pêk hatiye bo wan jî surprîz bûye.
Rojnamegeran ji Cookî pirsî ka çima roja bûyerê Wezîrê Parastinê ya Amerîkayê çima li Fikri Işikî negeriya ye û bertek nîşanê wê yekê nedaye, lê Cookî ti bersiv neda.
Li gorî nûçeya Dengê Amerîkayê Berdevkê Pentagonê Peter Cook di civîna çapemeniyê ya îro de derbarê hewldana derbekirinê ya li Tirkiyeyê de pirsan bersivandine.
Peter Cook wiha got: ‘Ne tenê bo gelê Tirkiyeyê û dewletên dinê, bo me jî surprîz bû. Têkiliyên me yên bi artêşa tirk re wê dewam bike. Em ê bi operasyonên xwe yên hevpar ên li dijî DAIŞê bidomînin.’
Wezîrên parastinê derbarê mijarê de hevdîtin pêk neanîn
Rojnamegeran ji Cookî pirsî ka çima roja bûyerê Wezîrê Parastinê ya Amerîkayê çima li Fikri Işikî negeriya ye û bertek nîşanê wê yekê nedaye. Li ser wê yekê Cookî wiha got: ‘Hûn jî dizanin ku li Tirkiyeyê him jî di nav hukimetê bi xwe de gelek tişt diqewimin. Wê wezîrê me yê parastinê di demeke nêz de ligel hevpîşeyê xwe re hevdîtinê pêk bîne. Heta niha pêk nehatiye. Lêbelê sedemeke taybet bo vê yekê nîn e. Ji ber ku neqediya ye û neaxivîne.’
Mark Toner: ‘Qasê ku em dizanin Fetullah Gulen li Pennsylvaniayê li mala xwe û di halê xwe de dijî’
Berdevkê Wezareta Karên Derve Mark Toner jî îro di daxuayniya xwe ya ku da çapemeniyê de ragihand ku derbarê tevlîbûna hewldana derbekirinê de bo Fetullah Gulen ti delîl an emareyeke tine nîn e.’
Toner derbarê radestîkirina Gulen de wiha got: ‘Eger derbarê mijarê de delîl hebin, bêguman em ê wan binirxînin. Em dizanin ku feraseta rayedarên tirk li hemberî Gulen çawa ye. Qasê ku em dizanin ew li Pennsylvaniayê li mala xwe û di halê xwe de dijî. Ji xwe tişteke bêqanûnî bikiraba, em jî bêdeng nediman.’
(YY/YO)