Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Berdevkê Karên Derve yê Dewleyên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA), Mark Tonerî bersiva pirsên li ser Operasyona Mûsilê da.
Tonerî dema ku got DYA bi rizamendiya Hikûmeta Iraqê Operasyonên li wê derê bi rê ve dike, rojnamegerên li wê derê pirsîne: ‘’ Gelo leşkerên Amerîlkayê yên li wê derê fermanê ji leşkerên Iraqê distînin?’’
Tonerî gotiye: ‘’Em li wê derê bi tenê karên perwerde û şêwirmendiyê dikin.’’
Rojnamegerekî pirsîye: ‘’Ka ji kengê ve DYA difikire ku ji bo leşkerên biyanî biçin Iraqê divê rizamendiya Iraqê hebe. Hûn berê çûne û we birêvebirê berê [sedam Hûseyîn] ji karî derêxistibû.’’
Tonerî daye zanîn ku ji ber birêvebiriya hatî hilbijartin şertên niho guherîne.’’
‘’DAIŞ dê berxwedaneka mezin bide’’
Berdevkê Qesra Spî, John Earnestî gotiye ‘’em li bendê ne DAIŞ ji bo nedana bajarî berxwedaneka mezin bide, hin rê û rêbazên ne-exlaqî bi kar bîne.
‘’Bêguman ev operasyon parçeyeka wê bizavê ye ku hewil dide DAIŞê zeîf bike û paşê tine bike.
‘’Em li bendê ne ku girtina vî bajarî dê gelek demî bigire, DAIŞ du sal in di vî bajarî de ye û deran dikole. ‘’
(AS/MB)