Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Berdevka Qesra Spî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA), Sarah Sandersê daxuyaniyeka nivîskî weşandiye. Wê diyar kiriye ku pêvajoya vegeriyana malê ya leşkerên DYAyê dest pê kiriye.
Andersê nivîsîye:
“Ji beriya 5 salan DAIŞ hêzeka xurt a Rojhilata Navîn bû ku dikarî metirsîyan çêbike. DYAyê hem ji aliyê fizîkî hem ji aliyê coxrafî(erdnîgarî) ve DAIŞ têk bir.”
Kurd di çi rewşê de ne?
Berdevkê Konseya Sûriyeya Demokratîk Amjad Othmanî ji Dengê Amerîkayê re gotiye:
“Ev biryar dê tesîrekê(bandorekê) li têkoşîna li dijî terorê bike.“ Li ser operayonên Artêşa Tirkiyeyê jî gotiye wan artêşeka xurt heye û ji bo hemî rewşan amade ne.
DYA
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê, Rob Manningî eşkere kiriye ku “di vê merheleyê de em bi berdewamî digel hevpeymanên xwe kar dikin.”
Rusya
Cihgirê serokê Komîteya Parastin û Ewlehiyê ya Federasyona Rsyayê, Frants Klintseviçî diyar kiriye ku ew ne di wê baweriyê de ye ku DYA bi temamî terka Sûriyeyê bike.
(HK/MB)
Çavkanî: Amerikanın Sesi, Anadolu Ajansı, BBC Türkçe, Sputnik News.