Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Qesra Spî ya DYAyê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) eşkere kiriye ku Tirkiye dê di demekê nêzîk de li Rojavayê dest bi operasyonekê bike lê Amerîka dê piştgirîya wê operasyonê neke.
Berdevkê Qesra Spî, Stephanie Grishamî daxuyanîyek weşandiye û diyar kiriye:
“Tirkiye dê didemekê kurt de li rojhilatê Sûriyeyê dest bi operasyonekê bike ku ji mêj ve ye plana vê yekê kiribû.
“Hêzên DYAyê dê nebe beşeka operasyonê an jî piştgirîya wê neke. Hêzên Amerîkayê yên ku Xelîfetî têk bir dê li herêmê nemîne.
“Amerîkayê guvaş çêkir ku Fransa, Almanya û welatên dî yên Ewropayê endamên DAIŞê (yên welatîyên xwe) li welatî vegerîne. Lê wan dewletan ew yek nekirin.
“Êdî berpirsa endamên DAIŞê yên ku di van du salên dawiyê de hatine girtin Tirkiye ye.”
(PT/MB)