Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Berdevka Wezareta Parastinê ya DYAyê(Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê), Heather Nauertê bersiva pirsa li ser girtina parlamenterê CHPyê(Partiya Komarê ya Gelî) Enîs Berberoglûyî da.
“Em hewil didin agahiyên di heqê siyasetmedarê hatî girtin de kom bikin, ji ber wê em nikarin gelek tiştan bibêjin.
“Lê em dibînin ku Hikûmeta Tirkiyeyê wan kesên wek wê nafikire ji xwe re dike armanc û her ku diçe vê yekê zêdetir dike. Ev me dixe di fikarê de.
“Ev mijar yek ji wan mijaran e ku em bi Tirkiyeyê re li ser diaxivin.
“Li Tirkiyeyê ji 170yê zêdetir rojnamger di girtîgehan de ne.”
Li ser pirsa gelo polîsên parastinê yên Erdoganî ku Amerîkayê biryara girtina wan daye hatine Amerîkayê an no, Nauertê got:
“Na, ez dibêjim qey na, min ferq nekiriye.”(YY/MB)