Amedspor di Lîga Yekemîn a Trendyolê de di 5 maçên xwe yên dawî de tenê 2 caran bi ser ketibû û di lîgê de daketibû rêza sêyem.
Di Lîga 1emîn a Trendyolê ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de Amedspor û Sakaryaspor di hefteya 25emîn de li Stada Tahîr Elçî ya Amedê duh hatin hemberî hev. Maçê saet di 16.00an de dest pê kir. Di encamê de maç 1-1 wekhev mabû.
Piştî maça ku 1-1 bi dawî bû, alîgiran bertek nîşanî rahêner Kaloglu dabû. Alîgiran Kaloglu bi biryarên şaş tohmetbar kiribû.
Daxuyaniya Amedsporê
Birêvebiriya Amedsporê nîvê şevê daxuyaniyek da û ragihand ku wan dawî li karê Sînan Kaloglu aniye.
Di daxuyaniyê de hat gotin:
"Piştî civîna îşev, me û rahêner Sînan Kaloglu û ekîba wî rêya xwe ji hev veqetand.Em ji ber keda Sînan Kaloglu û tîma wî spasiyê dikin û di kar û barên wan ên paşerojê de serkeftinê ji wan re dixwazin."
Sînan Kaloglu meha Çiriya Pêşîn bûbû rahênerê Amedsporê û tenê zêdetirî 4 mehan Amedspor xebitand.
(AY)

