Amedsporê, li hember Trabzonsporê sê pûan bi dest xist
Di hefteya 3emîn a Lîga Sûperê de Amedspor û Trabzonspor li Stada Tahîr Elçî ya Amedê hatin hemberî hev.
Bi deh hezaran alîgirên Amedsporê di trîbûnan de cihê xwe girtin û bi berzkirina dirûşman û kêfxweşiyek mezin piştgirî dan tîma xwe Amedsporê.
Her wiha gelek siyasetmedar û nûnerên rêxistinên sivîl jî li trîbûna mêvanan li maçê temaşe kir.
Beriya maçê bi hezaran alîgir dirûşm berz kirin û dilsoziya xwe ya bi Amedsporê re anîn ziman. Li ber stranan govend gerandin û piştgiriyek xurt da tîma xwe Amedsporê.
Di xuleka 11an de Trabzonsporê golek avêt. Piştre lîstikvanê Amedsporê bi ser Trabzonsporê ve çû û performansek serkeftî nîşan da. Di xuleka dawî ya beşa yekemîn de Amedsporê golek bi dest xist û Embaye Diagne peanltî avêt li kalevan nehişt bibe gol û Yira Sor carek din lê da û gol avêt.
Di beşa duyemîn jî Amedspor kêliyek dest ji êrişê berneda û Gîft Orban di xuleka 90î de gol avêt û Amedsporê sikorê bi 2-1 qedand û 3 pûan bi dest xist.
Serketina Amedsporê kir ku bi hezaran alîgirên Amedsporê ji ber coşê û şanaziyê stadê bihejînin.
Alîgir li kuçe û kolanên Amedê belav bûn û pîrozbahî kirin.