Di Lîga 2emîn a Koma Sor a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de roja 16ê Kanûna Pêşîn Somaspor û Bursaspor hatin hemberî hev. Maç li navçeya Somayê ya Manîsayê pêk hat. Her weha alîgirên Bursosporê di trîbûnên stadê de çêr û heqaretên giran li siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê kiribûn.
Piştî heqareta ku li Leyla Zana hatibû kirin ji gelek derdorên cuda ji bo heqaret û dijûnan bertek hatin nîşan dan. Nerazîbûna li dijî heqaretê didome û xwedîderketina li Zana berdewam dike.
Amedsporê jî weke bertekeke li dijî van dijûn û heqaretan, biryar da ku di maça Amedsporê û Igdirsporê ya roja 28ê Kanûnê li Amedê bê lîstin, alîgirên jin belaş bên stadê li maçê temaşe bikin.
Li gorî nûçeya Ajansa Welat rêveberiya Amedsporê Leyla Zana vexwendiye maçê. Serokê Amedsporê Nahît Eren li Leyla Zanayê geriyaye û ew vexwendiye maça Amedspor û Igdirsporê. Li bendê ne ku Leyla Zana jî bê stadê û li maçê temaşe bike.
(AY)

