Tîma Amedsporê ya di Lîga 1emîn de têdikoşe, di maça xwe ya yekem de li Stenbolê bi Karagumrukê re hat pêşberî hev. Beriya ku maç dest pê bike, gelek alîgirên Amedsporê hatin desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê polîsan dest danîn ser formayên alîgirên Amedsporê û ew negirtin stadê. Dema sirûda netewî ya Tirkiyeyê hate xwendin alîgirên Karagumrukê bi destên xwe hêmaya “gurê boz” bilind kirin.
Maç di saet 19.15an de li Stadyûma Olîmpiyatê ya Ataturk a Stenbolê hat kirin. Di maçê de herdu aliyan jî çi gol neavêtin.
Amedspor bi vê encamê ji deplasmanê bi yek pûanê vegeriya.
Amedspor dê hefteya pêşiya me di sehaya xwe de bi Stenbolsporê re bilîze.