Klûba Amedsporê hesabên Instagram û Xê yên bi Kurdî vekirin û piştgiriya şopandinê xwest.
Amedsporê berî niha bi tirkî li ser hesabên xwe yên medyaya civakî parvekirin dikirin, di nav parvekirinan de carnan postên bi kurdî jî hebûn.
Klûbê di daxuyaniya têkildarî mijarê de weha got:
"Klûba me, ji bo ku aligirên me bi zimanê xwe yê dayîkê bikaribin tîma me ji nêzîktir bişopînin, bi navê 'Amedspor Kurdî' hesabên xwe yên fermî yên Instagram û Twitter (X) vekirin. Amedspor, tenê tîmeke futbolê nîn e; ew dengê gelê me ye, temsîlkirina nasnameya me ye û nirxa hevpar a mîlyonan e. Bi vê hişyariyê, em di vê rengê de zimanekî ragihandinê ava dikin ku ji her kesî re têgihiştî, fireh û hêsantir be. Em banga hemû aligirên xwe dikin ku hesabên me yên nû yên fermî bişopînin û beşdarî vê kelecanê bibin."
Hesabên fermî yên Amedsporê yên bi kurdî ev in:
Instagram:
@amedsporkurdi_
Twitter (X):
@amedsporkurdi_

