Amedsporê, Erzurumspor 3-0 têk bir
Amedspora ku cara yekem di dîroka xwe de di Lîga Super a Tirkiyeyê de dilîze, li mala xwe Erzurumspor 3-0 têk bir. Amedspor bi vê serkeftinê di hefteya yekem de gihîşt lîdertiyê.
Maça ku saet 21:30î li Stadyuma Amedê dest pê kir, ji aliyê gelek rayedaran ve hat temaşekirin.
Wezîrê Karên Navxweyî Mustafa Çîftçî, Wezîrê Ciwanî û Werzişê Osman Aşkin Bak, Waliyê Diyarbekirê Murat Zorluoglu û Serokê Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê Îbrahîm Hacıosmanoglu li gel gelek parlamenter û nûnerên partiyên siyasî di trîbunê de cihê xwe girtin.
Alîgirên ku hemû trîbunên stadyumê dagirtibûn, 90 xulekan bi sloganan piştgiriya tîma xwe kir û dirûşmên “Kî ne em? Kurd in em” bilind bûn.
Dia Saba xuleka 20î golek avêt lê ev gol jî ji ber ofsaytê nehat qebûlkirin û her du tîm bi wekheviya 0-0 çûn bêhnvedanê.
Amedsporê wekî ba û bahozê dest bi nîvê duyem kir. Dia Saba xuleka 53an de li nav qada ceza bi goleke klas tîma xwe 1-0 xist pêş.
Tîma kesk û sor piştî vê golê êrişên xwe zêde kirin. Saba xuleka 62yan de careke din tor hejandin û encam kir 2-0.
Amedspora ku bi serdestiya xwe maç dewam kir, xuleka 81ê bi gola Gokhan Gul ferq derxist 3an. Di maçê de ti golên din nehatin kirin û Amedsporê bi sê puanan silavek da Lîga Super.