Amedspor di Koma Sor a Lîga 2yemîn ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de yekem e ku duh (14ê Nîsanê) di yek ji maçên herî krîtîk ên şampiyoniyê de bû mêvanê GMG Kastamonusporê.
Amedsporê bi gola Eyûb Oskan li deplasmanê Kastamonuspor 1-0 têk bir. Amedsporê bi vê encamê di rêza yekem da cihê xwe qewîtir kir ku sê maç mane ji bo xelasbûna serdemê.
Amedsporê ferqa puanê xwe derxist şeşan û her weha bi vê serketinê pûanên xwe yê di komê de derxist 77an.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, bi deh hezaran alîgiran li ser ekranên mezin ên ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li Meydana Bajêr û Park Ormanê danî, maç temaşe kirin.
Piştî ku tîma wan bi ser ket, alîgirên Amedsporê ji gelek deverên bajêr çûn Taxa Ofîsê ya navendî û serketin pîroz kirin.
(TY/AY)