Fotograf: Gerçek Gundem
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Birêvebirina Rêyên Hesinî ya Dewletê, Gerînendetîya Herêma 5em li seranserê rêhesinên Amedê dest bi avakirina dîwarekî beton kiriye ku dê 12 kîlometreyan dirêj, metreyek û 80 santîmî bilind û 50 santîmî jî fireh be. Ev dîwar dê wekî rêyeka du aliyî be û bajarî ji serî heta binî bike du parçe.
21 sazîyên civaka sîvîl yên bajarî, ji bo dîwarê ku dê bajarî bike du parçe bertek nişan dane. Odeya Bazirganîyê ya Amedê, komeleyên karsazên bajarî û odeyên ku bi TMMOByê ve girêdayî jî di nav da 21 sazîyên civaka sîvîl, danezaneka nivîskî belav kirine. Di danezanê da hatiye gotin ku dîwar bi awayekî tê çêkirin ku guh nedaye pêşketinên giştî yên bajarî û bi dînamîkên bajarî ra nehatîye parvekirin.
Li gor nûçeya ku Gazete Duvarê belav kirîye, di daxuyanîyê de hatîye gotin ku dîwar bêyî amadekirina NTHyê (Nirxandina Tesîrên Hawirdorî) tê çêkirin.
Ev xebat gihîştiye rojeva meclîsê jî. Semra Guzel, Parlementera Amedê ya Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), dîyar kiriye ku dîwar dê resenîya Amedê xera bike û pêşnîyazname daye Wezareta Gîhandin û Binesazîyê.
21 saziyên civaka sivîl yên daxuyanî îmze kirine ev in:
Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê, Baroya Amedê, Borsaya Bazirganî ya Amedê, Desteya Kordînsayona Bajarê Amedê ya TMMOBê, Yekitiya Odeyên Pîşekar û Esnafên Amedê, Odeya Doktorên Amedê, Komeleya Pîşesaz û Karsazên Amedê, Odeya Şêwirmendên Darayî û Jimêryarên Serbest, Komeleya Karsaz û Pîşeya Tekstîlê ya Guneydogûyê, Platforma Şaxên KESKê yên Amedê, Komeleya Karsazên Ciwan ê Guneydogûyê, Nûneriya Amedê a DÎSKê, Komeleya Karsaz û Pîşekarên Rojhilata Navîn, Serokatiya Herêma Amedê ya TURSABê, Komeleya Karsazên Pîşesaziya Organîze ya Amedê, Platforma Tûrîzmê ya Amedê, Şaxa Amedê ya Komeleya Hemû Karsaz û Pîşekaran, Komeleya Karsaz û Pîşekarîya Heq, Meclîsa Jinan Odeya Pîşesazî û Bazirganîyê ya Amedê, Desteya Peyanerên Jin a TOBBê û Lijneya Peyanerên Ciwan ê TOBBê. ( TP/AY/FD)