Hejmara kesên ku li Xeta Xezeyê ji ber ambargoya Îsraîlê li cih û warên xwe bûne milyonek derbas kir.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî António Guterres, diyar kir ku divê alîkariya însanî nebe mijara bazar kirine.
Her weha Guterres bang li Hamasê kir ku demildest hemû girtiyan bê şert û merc serbest berde û got, "Divê Îsraîl jî bi lez û bez rê ji bo alîkariyên mirovî ji sivîlên li Xezeyê re veke."
Hejmara kesên li Xezeyê ji cih û warên xwe bûn ji mîlyonek derbas bû
Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Penaberên Filistînî (UNRWA) ragihand ku hejmara kesên ku ji şerê 7ê Çiriya Pêşiyê dest pê kir û vir ve li Xeta Xezeyê ji cih û warên xwe bûne milyonek derbas kiriye.
Komîserê Giştî yê UNRWAyê Philippe Lazzarini got, "Ev 8 roj in destûr nedan dilopek av, genim û lîtreyek sotemenî bikeve Xeta Xezeyê.”
Li aliyê din Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu derbarê îdiayên agirbest hatiye ragihandin de daxuyanî da û got ku têkildarî agirbestê an jî derxistina biyaniyan û gihandina alîkariyên însanî ji bo Xezeyê heta niha lihevkirinek nîne.
Berdevkê artêşa Îsraîlê her wiha nûçeyên ku dibêjin li başûrê Xezeyê lihevkirineke demkî ya agirbestê pêk hatiye û ev rêkeftin dê îro bikeve meriyetê û dibe ku Deriyê Sînor ê Refahê yê bi Misrê re bi awayekî demkî were vekirin, derewand.
(NT/AY)