Amarên destpêkê yên encamên erdhejê: 8 kes birîndar bûne, 3 avahî rûxiyane
AKOMê aşkere kiriye ku di encama erdhejê de mînareya mizgeftekê û 3 avahî hilweşiyane. Dîwarên avahiyekê jî deriziye.
![Amarên destpêkê yên encamên erdhejê: 8 kes birîndar bûne, 3 avahî rûxiyane](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/213/612/original/minare_copy.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Navenda Koordînasyona Karesatan a Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê piştî erdheja li Stenbolê ya bi lerza 5.8ê, mînareya mizgeftekê hilweşiya ye û dîwarên avahiyekê deriziye.
Bixwîne - Li Stenbolê bi lerza 5.8ê erd hejiyaye
Heta niha ti kes ji ber erdejê nemirine lê li gorî daxuyaniya Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê heşt kes birîndar bûne.
Li Avcilar û Sariyerê du mînare hilweşiya ne
Ekrem Îmamoglû, Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê aşkere kiriye ku di encama erdhejê de li Avcilar û Sariyerê mînareyên mizgeftan hilweşiyane.
Ekrem Îmamoglû bi rayedarên AKOMê re ye
Di vê navberê de li navçeya Kuçukçekmece, ya Bahçelîevler û Eyupsultanê avahî rûxiyane. Li Sultangaziyê jî dîwarên avahiyekê deriziye. (PT/FD)
Fotograf: AA
nûçeyên pêwendîdar
nûçeyên pêwendîdar