Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Saziya Di Pergala Cezadayînê de Komeleya Civaka Sivîl De û ya Navenda Xebatên Girtîgehên Tirkiyê (CİSST\TCPS), di 24-25 Çiriya Paşiyê (Mijdar, Sermawez) de konferanseke navnetewî ya bi navê “Alternatîfên Zindanîkirinê” wê pêk bîne.
Konferans, li Stenbolê di Salona Konferansê ya Kampusa Bomontiyê ya Zanîngeha Hunera Bedew a Mîmar Sînanê de wê bi rê ve biçe.
Di nav beşdarvanan de ji Wezareta Dadê axaftvanek jî wê hebe. Ji Rêvebiriya Giştî ya Girtîgehan Dadwer Fatîh Gungor jî li ser mijara “Li Tirkiyê Biryara Kontrola Edlî” wê bi axive.
Di daxuyaniya saziyan de hatiye diyarkirin, armanca konferansê wê ew be ku “Ji bo aternatîfên zindanîkirinê, platformekê biafirînin û tê de diyalog û guftûgoyan bikin”. (AS/AY/FD)
Ji bo berfirehiya bernameyê bitikîne
*Abdulselam Yildirim ev nûçe ji zimanê tirkî wergerandiye.